Xwezî gorr bihata zimên


Aslan,sal zû derbas dibin, me tew nedît 18 sal çawa derbas bû.

Îroez û Hêvî dîsa bûn mîvanê te.

Liber serê te me bi hesreteke kûr û bi xemgîniyeke mezin rojên borî yad kirin.

Me bîstekê qala te kir. Hêvîyê got, qey qismet û nesîbê te ev ax, ev gorristanbû.

Îro rojeke pir sar bû, meha nîsanê Stockholm cara hewqasî sar nabe. Berf tunebûlê belê çûk li hewa diqefilî.

LiGulmaspllan em dîsa çûn ser gulfiroşa xwe ya her sal. Îcar xanimeke din li wirbû.

Ji bo ku pezkûvî nexwin me dîsa nêrgizek kirî. Dibêjin pezkûvî ji tahma nêrgizêhez nakin.

Ji bo wê, ez her sal nêrgizê dikirm. Lê îsal Hêvîyê nehîşt ez bikirim, got îsalezê bikirim, lema wê pere da.

Metîn û hinhevalên din îsal jî berî me hatibûn ser gorra te. Wer carê nebû qismet em li ser gorra te rastî hev werin.Ew bi erebe ne, ez û Hêvî peyatî ne. Lema jî em tim piştî nîvro tên. Dema emtên ew hatine. Lê her sal rismê kulîlkên wan jî bi yên me ra derdikevin.

Ev 18 sal in ez tim dibêjim min îsal xeberên xweş û dilxweşkir bi xwe raneanîne, hêvî dikim salek din ezê bi xeberên xweş werim ser gorra te. Lê sal bisal, xwezî bi par, her sal xerabtir dibe. Bi taybetî jî îsal li bakurêKurdistanê rewşa geleê me pir xerab e, zulm û zoreke mezin li ser gel heye.

Di 31ê adarê da hilbijartinên mehelî çê bûn. Dewletê û hukûmeta AKPê bi zor, bihîle û xurdan gelek belediye ji kurdan girtin. Belediya Wêranşarê jî di navavan belediyan da ye. Belediya Wêranşarê bi zor girtin. Yekî seyidî ye. Navê wîSalih ekîncî ye. Merivê rahmetiyê Kazim Ekîncî ye. Yanî mêrik bûye namzedê qatilên Kazim. Ev jî trajediya me ye kurdaye.

Û hin belediyên HDPê-kurdan qezenc kirine jî nadin, dibêjin kesên qezenc kirine hevalên terorîsta ne.

Yanî mesele zor û çavbirîn e.

Lê rewşa Tirkiyê nuha bi tevayî pir tevlihev e, kes nizane sibe ewê çi bibe ûçi biqewime.

Hukûmetê bîn li milet çikandiye, tirs û xofeke mezin xistine dilê her kesî. Jibo parvekirina nivîsekê, rismekî di medyaya sosyal da însan tên girtin û zindankirin.Wer bûye kes newêre rismekî, nivîsekê biecibîne ya jî parve bike.

Belediyeyên Anqerê, Îzmîrê û Stenbolê jî di nav da, CHPê beledîyên çend bajarênmezin qezenc kir.

Ev yek ji bo AKPê bû şok.

Lê AKP belediya Stenbolê nade û dibêje hîle bûye, tiliya cimata Fetulah tê daheye û nizanim çi û çi.

Yanî dibêje ez nadim. Dixwazin hilbijartinê ji nû ve bikin û bi vê riyêbelediyê ji CHPê bigrin.

Hela em binêrin ewê çawa bibe.

Hêvî dikim CHP dubarekirina hilbijartinan qebûl neke.

Heger qebûl bike ehmeq e û sedîsed ewê nedinê, ewê bibêjin me qezenc kir.

Rewşa kurdên rojhilatê Kurdistanê jî gelkî xerab e. Çend roj berê li herêmaHewreman lehî rabû û gelek gund û bajar di bin avê û gerekê da man û gelek mirîjî hene.

Li başûrê Kurdistanê ev 6-7 meh in diser hilbijartinan ra derbas bûye lê hîn hukûmet çê nebûye. Rewşa wan li gorsalek berê baştir e, lê dîsa jî ne rewşeke kêfa meriv jê ra were. YNK, PDK ûGoran ne li hev in, lema jî hukûmet çê nabe. Ev yek kurdan û dostên wan xemgînû bêhêvî dike.

Piştî wefata Mam Celal YNK bûye sê, çar serî û ji her serîyekî dengekderdikeve. Hêvî dikim li hev bikin û hekûmetê ava bikin.

Li gel hemû kêmasiyan rewşa kurdên binxetê ne xerab e. Tiştê herî baş Amerîkahîn ji Sûriyê venekişyaye û alîkariya bi HSDê/PYDê û kurdan ra didomîne.

Heger kurd bi xwe dînîtiyekê nekin li rojavayê Kurdistanê herî kêm ewêotonomiyê bi dest xin.

Tirkiyê bi şev û roj gefên dagirkirinê li kurdên rojava dixwar, dixwst hemûrojava wek Efrînê dagir bike.

Lê Amerîkayê destûr neda.

Lema jî nuha rewş baş e û êdî tirsa êrîş û dagirkirina Tirkiyê tuneye. Bikêmanî heta leşkerên Amerîkayê û Franransyê li wir bin Tirkiye ewê nikanibeêrîşî kurdan bike.

Yanî meriv kane bibêje heger kurd bi xwe dînîtiyekê nekin û nabêna xwe ûAmarîkayê xera nekin ewê li Sûriyê bibin xwedî statuyeke siyasî.

Ez par jî û îsal jî neçûm welêt. Rewşê baş xuya nedikir. Îsal Hêvî bi tenê çû,du mehan ma. Piştî vegeriya bi du sê heftan bavê wefat kir. Bi minasebetawefata wî min çend caran telefon kir. Cara dawî xwesiya min ji min ra got,polîsên siwîl ji Rihayê hatin pirsa te kirin. Min got çi pirsîn, newêrîbû bipeyiviya, got ”hin tişt mişt pirsîn û çûn…”

Yanî piştî 30 sal sirgûn wer xuya dike sirgûneyeke din ewê dest pê bike. Hînbaş nizanim ji bo çi li min pirsîne. Lê bi îhtîmaleke mezin ewê ji ber nivîsênmin be. Dixwazin bibêjin em raneketine, haya me ji we heye û bi vî hawî çavêxelkê bitirsînin.

Li ba min wekî din tu ilm û xebereke nuh û girîng tuneye. Wek hertim ez hînblogeriya xwe didomînim û her roj çend nivîsan dinivîsim. Çi bikim, tiştê jidest min tê ev e.

Hindik mabû ji bîr bikim. Bi Fexrî ra têkiliya min heye, salê çûnê çend caranem peyivîn, guhê min li ser e. Di medyaya sosyal da em ji hev haydar in.

De heta saleke din bi xatirê te.

Hêvî dikim salê tê bi xeberên xweş werim ziyareta te. Tu tim di bîra min da yî.Ji xwe tu viya zanî, lê min got dîsa jî bibêjim…

Zinarê Xamo posted on April 15, 2019 08:44