ÎRO EM ÇEND HEVAL LI SER GORRA HEVALEKÎ XWE YÊ PIR HÊJA BÛN

Salek din zû derbas bû, 9´ê nîsanî zû hat. Wek hersal, îsal jî li gorristana Strandkyrkogarden ez li ser gorra merivekî pir hêja bûm.

Îro danê nîvro min û xanimê, wek hersal me berê xwe da gorristana Strandkyrkogarden, ser gorra hevalê xwe yê ezîz, kurdperwerê canfîda Mehmet (Aslan)Kaya.

Berî em dakevin metroyê, dostê minê ezîz Husametîn Sandalcî telefon kir, got heger tu li mal î, meçe, Ahmed ewê were we bi erebê hilde.
Min got baş e, mala we ava be.

Ahmedê qoserî, mala camêr ava be, hat bi ereba xwe em birin gorristanê.

Dema em gihîştin wir, Husametîn Sandalci, Mîrze/Nûredîn, Seyidxan Mercan berê li wir bûn.

23 sal in, cara pêşî ye em û çand heval bi hev ra diçin ser gorra wî.
Ez bawer dikim Aslan bi ziyareta me ya bi hev ra pir kêfxweş bû.

23 sal bûn em bi hev ra nebûbûn mîvanên wî, me bi hev ra gul dananîbûn ser gorra wî. Bi vê serdana me ya bi hev ra miheqeq pir kêfxweş û dilşa bû.

Dema sax bû, li mala wî li ser siyasetê em dikin gewriya hev, me gewrî li hev zuha dikir. Vê carê me wer nekir. Me tenê qala wî û camêriya wî kir.

Mala Husametîn xoce ava be ji min ra jî gulek kirîbû.

Me digot emê li ser riya xwe bikirin, lê pilana me guherî, min nekirî.
Min ji Husametîn ra got, dibê tu ji bo min jî gulekê bikire, ez bê gul naçim ser gorra Aslan. Wî jî kirî bû.

Îro hewa pir xweş bû, tam rojeke baharê bû. 17 derece germ bû. Meriv kanîbû li wê daristanê tena piya bigeriya.


Gelek salan 9´ê nîsan pûk bû, berf û tozan bû. Lê îsal di rojeke pir xweş da em bûn mîvanên hevalê xwe.

Me gulên xwe bi îtîna dan ber kevirê/kêla serê wî. Û mûmek jî jê ra vêxist.

Min jê ra got, me, dost û hevalên te pir bîrîya te, bîriya sohbetên te kirine.

Em tim û daîm te bi hezkirineke kûr bibîr tînin. Heta em sax bin emê tu carî te ji bîr nekin.

Her sal min jê ra qala halê kurdan û tiştên qewimî bûn dikir. Vê carê min ew defter venekir.

Min tenê jê ra got, min biryar daye emê dawiya vê mehê herin welêt. Hêvî dikim bi silametê derbas be, tiştên xweş bibînim û bibihîzim.

Ji bo ku ez ji bîr nekim, ev çend roj in ez û xanim tim qala wî dikin. Do bi şev min ew di xewna xwe da dît. 

Min dît ez û wî li Wêranşarê bûn, em diçûn malekê, lê nayê bîra min mala kê bû. Me sohbet dikir. Ez bi xwe hesîyam. 

Min ji bîr kir jê ra bibêjim, şevê çûnî min tu di xewna xwe da dît.

Salan gorra wî daxistibû. Ji ber ku gorra wî ne çêkirî, di erdê da ye, lema hinekî çûbû xwarê, bi erdê ra dûz bûbû. Xwezî meriv bikarîbûya çêbikira.

Lê esas dibê gorra wî ne li vir, li bajarê zaroktiya wî, li Wêranşara xopan bûya.

Lê qederê ev welat, ev gorristan, axa Swêd kir nesîbê wî, ciyê gorra wî.

Zinarê Xamo