19 SAL ZÛ DERBAS BÛN

Zinarê xamo

Sal zû derbas dibin, min hew dît salek din jî derbas bû û wa ye dîsa 9ê nîsanê hat.
Erê pismamo, 19 sal di ser wefata te ra derbas bûn. Îro dîsa ez û Hêvî bûn mîvanên te.
Lê vê carê em ne bi tenê bûn, Mumtaz Aydin Roza Kurdî, Erdal Kurdman, ez û Hêvî, em giş bi hev ra bûn mîvanê te. Me got vê carê em ne tenê bin. Ez zanim tu ji mîvanan, ji qelebalixê hez dikî. Lema jî me koça xwe vê carê giran kir.


Tu rastiyê dixwazî em nikanîbûn bi tenê bihatana, min hawara xwe bir Mumtaz.
Ev sê meh in pandemiya Koronayê li dinyayê belav bûye, ji tirsa vê wîrusa pir tahlûke dinya serobinî hev bûye, însan newêrin ji malên xwe derkevin, bajar xalî ne, fabrîqa, dikan hatine girtin. Li bajaran jiyan hema hema rawestiya ye.
Bi hezaran însan mirine. Li Îtalyayê, Îspanyayê, Amerîkayê rojê bi hezaran kal û pîr, însan dimrin.


Ji tirsa êdî kes xwe nêzî hev nake, kes destê xwe nade hev, kes naçe ruyê hev.
Ji bo ku Vîrusa Koronayê di tirên û otobozan da di me negere, mala Mumtaz ava be, hat em ji mal hildan û em bi hev ra hatin ser gorra te.
Yanî Pandemiya Koronayê atmosfera dinyayê ji kok da guhert, însan êdî wek berê ne qure, ne bitir û ne aşûnî ne, her kes ketiye heyr û tirsa ruhê xwe.
Lê bi taybetî jî kal û pîrên di salên min da û kesên nexweşiyên wan hene di devê topê da ne, heger Korona xwe bigihîne wan, xelasiya wan tuneye.
Heta ji min û xanimê tê, em li xwe miqate ne, em qet naçin dikanan, em naçin bajêr, li otoboz û tirênê siwar nabin.


Rewşa dinyayê bi kurtî wiha ye.
Rewşa kurdan jî li gorî salek berê nehatiye guhertin, belkî xerabtir bûye, baştir nebûye. Bi taybetî jî halê kurdên bakur pir xerab e, dewlet bi zalimîyeke mezin dajo ser kurdan, nahêlin kurd bîna xwe bigrin. Zindanên Tirkiyê tije kurd in, kî di medyaya sosyal da tiştekî belav bike, ya jî nivîsekê biecibîne tavilê digrin ser û davêjin zindanê.Kurd li ber xwe didin lê ev yek nikane terora dewletê bisekinîne.
Rewşa kurdên başûr û rojava jî hîn wek xwe ye, tu pêşketineke nuh a ez te jê agahdar bikim tuneye. Li rojavayê Kurdistanê tirkan piştî Efrînê, Girê Sipî, Serê Kaniyê jî dagir kirin û bi hezaran kurd li welatê xwe koçber bûne û di halekî pir xerab da dijîn.
Li başûr û rojava bi dehhezaran kurd di kampan da, di çandiran da dijîn. Şerê kurdan yê li hemberî Daîşê hîn berdewam e. Îhtîmal heye li rojava jî kurd bibin xwedî desthilat û statuyeke siyasî. Tirk dixebitin ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf, kurd jî heta ji wan tê li ber xwed didin.


Yanî halê me li gorî salek berê baştir nebûye. Dijminên me pir in û xurt in. Û em kurd jî hîn bêtifaq in, yekîtiyeke me ya netewî tuneye.
Lê tiştê baş, li gorî berî dinya bêtir alîkariya me dike, bi taybetî Amerîka baş xerab, hindik be jî piştgiriya kurdên başûr û rojava dike. Hêvî dikim dev ji me bernedin û piştgiriya xwe bidomînin.


Tiştê ez ji te ra bibêjim ev in. Destê min ji te nabe, lê jiyan wiha ye, heta saleke din bi xatirê te. Em tu carî te ji bîr nakin, tu tim di bîra me da ye. Me îro yek bi yek qala hin bîranînên xwe yên bi te kirin. Bîranîn pir xweş bûn. Her kesî qala camera, zanetî, fedekarî, mutewazî û nefsbiçûkiya te kir.
Emê tim te bi hezkirineke kûr yad bikin…
Bi xatirê te merivê bêemsal…


2020
Zinarê xamo
Stockholm