ÎRO DÎSA LI SER GORRA TE BÛM

Zinarê Xamo

Pismam, îsal ev cara dudya ye ez û Hêvî tên ser gorra te. Cara berê min meh tevlihev kir, em di 9ê adarê da hatin ser gorra te.
Lê dûra Metîn ji min ra got tu mehekê zû çûye. Şaşiyek xweş bû, em du caran bûn mîvanê te.
Îro ez û Hêvî dîsa ketin rê, me berê xwe da Strandkyrkogarden. Ji şansê me yê xerab ra îro berf dibarî û dinya sar bû.
Lê me kincên xwe yên zivistanê li xwe kiribûn, lema berf û serma ne xema me bû.
Me ji kulîlkên nuh yên li ser gorra te fêm kir çend kes berî me hatibûn serdana te.


Tiştê ecêb, nêrgiza me ya mehek mezin bûbû û hîn li ber kevirê gorra te bû. Me nêrgizek nuh da kêlekê û me xatir ji te xwest.


Salek dîsa pir zû derbas bû ! Aslan, sal dîsa zû derbas bû, me hew dît 9ê adarê hat jî. Ez û Hêvî îro dîsa bûn mîvanê te.

Tu rastiyê dixwazî min ji bîr kiribû. Lê do ne pêr, nizanim çawa bû, wek heft kes ji min ra bibêjin, ”ma qey te ji bîr kiriye, ne dusibe roja wefata Aslan e !

Min li malpera te li rismên xwe yên kevn nêrî erê tarîx rast e. Pir kêfxweş bûm.

Min deng li Hêviyê kir, min got, xanim, ma tu zanî tu nemabû me ji bîr bikira, man e sibe ne dusibe roja wefata Aslan e !

Hêvîyê got, ”wî wele baş bû te got. Bi Xwedê min ji bîr kiribû.”
Heger min ji bîr bikira û îro nehatama ser gorra te, ezê pir xemgîn bbibûma, minê xwe efû nekira.

Danê nîvro, saet li dor 12a em bi rê ketin. Destpêkê hewa xweş bû, roj hebû. Lê dûra dinya bû ewr û dinya sae bû. Riya gorristanê û nav gorran(meselan)bûz bû, meş pir zahmet bû, me bi zorê xwe gîhand ser gorra te.

Salê çûnî hewa xweştir bû. Berî me hîn kes nehatibû ser gorra te, çimkî kulîlkên nuh tunebûn.

Bêyî me çend xerîbên din jî li ser gorrên miriyên xwe bûn. Kulîlk dadanîn ser goran, dora gorran paqij dikirin. Dayikek jî bi ser gorra miriyê xwe da digriya.

Malbatekê ser gorra miriyê xwe(ji rismim wer xuya bû xortek bû)kiribû bexçê gul û çîçekan.

Li dora gorrê hesin çikandibûn, çîçek bi hesin ve kriribûn û dora gorrê jî tije kulîlkên rengo-rengo bûn.

Min ji Hêviyê ra got, wer xuya ye gorra lawê wan e, rismê lîwik pir xort xuya dikir. Belkî jî di xortaniya xwe da hatibû kuştin. Min bala xwe da malbatê, min got ya ereb e, ya kurd e, durfê wan pê diket.

Min dixwest îsal hin xeberên xweş ji te ra bînim, ji bo ku kêda te were. Lê çi heyf sal bi sal, xwezî bi par, îsal ji par xerabtir e.

Halê me kurdan li her çar perçên Kurdistanê jî ne xweş e, ne diyar e sibe li başûr û rojavayê Kurdistanê ewê çi were serê kurdan.

Li van herddu beşan jî kurd hîn ne li hev in, hîn yekîtiya xwe çênekirine û gelek caran jî gorrên hev dikolin. Dema rewş wiha be xelkî, welatên mezin jî alîkariya serxwebûna me nakin.

Amerîka, Fransa pir dixwaze li başûr kurd yekîtiya xwe çêkin, lê çênakin. Hêzekê pişta xwe sipartiye Tirkiyê, yekê jî sipartiye Îranê.
Lê her ku diçe mile tji wan bêzar dibe, bi sedhezaran kurd ji başûr reviyane derve, li ser sînêrên Belarûsê-Polanyayê, li Yûnanîstanê, li Balakanan, li Tirkiyê, li Fransayê di halekî pir perîşanda ne.

Sebebê vê koçberaiya bi sedhezaran hukûmeta Kuristana Başûr e, partiyên desthilat e, xelk pir bêhêvî kirine, lema jî însan welatê xwe diterikînin û bi çolan dikevin.

Di nav salekê da belkî bi sedan kurd di riyên koçberiyê da mirin.
Li Kurdistana Rojayê jî PYD û ENKSê gelşên nabêna xwe hîn çareser nekirine. Bi baweriya min sebebê vê jî di nava ENKSê merivên Tirkiyê pir hin, Tirkiye nahêle li Rojava yekîtiya kurdan çê bibe. Heta merivên Tirkiyê di nav ENKSê hebin ENKS nabe hêzeke netewî û bi PYDê ra gelşên xwe çareser nake.
Wekî din jî li herêma me rewş gelkî ne xweş e.

Ji 24ê sibatê da ye Rûsyayê êrîş bir ser Ûkraynayê û şerekî pir mezin û xwînî dest pê kir. Rûsyayê gelek bajar wêran kirin, ji herdu aliyan bi hezaran însan hatine kuştin. Nêzî 3 milyon însa ji Ûkraynayê koçber bûne.
Di vê sar û sermayê û berfê da Pûtînê dîn xelk perîşan kiriye. Gelek dewlet ketin nabênê lê Pûtîn qebûl nake, ji bo rawestandina şer çar şertan dide pêş. Dibêje gerek Ûkrayna qebûl bike Qirim  ya me ye û serxwebûna du herêmên din jî qebûl bike û tu carî nekeve NATOyê.

Hevdîtin berdewam in lê lihevkirin pir zor xuya dike. Çimkî tiştê Pûtîn dixwaze ne hindik e, Ûkrayna ewê qebûl neke.

Lema jî şer kane hîn firetir bibe û dirêj bajo. Hêvî dikim NATO jî tevî tevî şer nebe, heger tevê bibe kane bibe şerê cîhanê yê sisiya.

Tiştekî din ez ji te ra qal bikin tune ye. Ev çend sal in ez naçim welêt, newêrim herim. Nêta min heye îsal herim lê min hîn biryara xwe nedaye.

Te por zû xatir ji me xwest. Hêvîyê bala xwe da kefirê gorra te, got heger sax ba nuha 70 salî bû. Min got erê, ez du salan jê mestir im. Di 49 salîya xwe da te xatir ji me û ji dinyayê xwest û te got êdî bes e, bi xatirê we. Lê pir zû bû, bi vê wefata zû te gelek nas, dost û hevalê xwe xemgîn kir, em hîn û hîn jî fêrî mirina te nebûne.

Xwezî tu nuha di nava me da bûya, ezê bihata ma ba te û emê hetanî destê sibehan têketana gewriya hev. Lê xweş bû, sebra min û zarokan bi te dihat. Lê te ez li vî welatê xerîb bi tenê hîştim. De bi xatirê te, hêvî dikim salê tê bi xberên xweş werim serdana te.