ÎRO EM MÎVANÊN GORRA WÎ BÛN

24 sal zû derbas bûn. 24 sal berê di 9´ê nîsanê da Mihemed Aslan Kaya ji nişka ve xatir ji me xwest û koçî warê xwe yê ebedî kir.
Ez û xanima xwe Hêvî her sal di 9´ê nîsanê da berê xwe didin Gorristana Strandkyrkogårdenê, ser gorra pismam û hevalê xwe yê xortaniyê, em gulekê datînin ser gorra wî û bîstekê pê ra dikevin hesbûhalê.
Îro jî me wer kir, em çûn bûn mîvanê wî. Me gula xwe danî ber kêla serê wî û jê ra bîstekê qala hal û ehawlê me kurdan kir.
Min got Aslan, min gelkî dixwest îro ji te ra qala tiştên xweş bikim, xebereke xweş bidim te. Lê mixabin halê me hîn baş nebûye, me hîn rehet nekiriye. Em dijminên xwe hîn li be hev didin.

Yanî sal bi sal, xwezî bi par. Ya jî îsal ji par zêde ne baştir e.

Li Kurdistana Rojava û Başûr hin pêşketinên, hin xeberên meriv kêfxweş, dilşa dikin tên guhê meriv, lê hîn tiştekî berbiçav tuneye. Tevgera kurdan ji ya kûsî hêdîtir dimeşe.
Serokên partiyan, siyasetmedaran li gorî berê baştir fêm kirine heger ne bi tifaq bin, heger hêzên xwe nekin yek dijmin li bende fersenda xwe ye, ewê wan li hewa bixwin.

Lema hêvî heye vê carê li Kurdistana Rojava û Başûr li hev bikin.

Lê ev jî bi zor û zexta hin welatan dibe, kurd bi xwe nakin, Amerîka, Fransa û hin hêzên dost wan mecbûrî tifaqê dikin.

Li Kurdistana Bakur rewş pir xerab e, dewlet pir diçe ser kurdan, xelkê pir diêşînin.

Feqîrî, bêkarî pir zêde ye. Lema bi sedhezaran kurd, bi taybetî ciwan berê xwe didin Ewrûpayê, Amerîkayê. Ji herçar perçên Kurdistanê koçeke mezin heye û hîn jî berdewam e.

Berî nîvro ez û xanim ji mal derketin. Wext amin li ba tuxtor hebû, berê em çûn ser tuxtor, dûra jî em çûn gorristana Strandkyrkogårdenê.

Îro li Stockholmê hewa pir sar bû, serma 4 derece bû û bayekî sar dihat.
Şansê me hebû di rê da em qet veneawiqîn, em zêde li bende tirên û otobozê neman. Baş li hev hat.

Berî me du sê hevalên din çûbûn serdana wî û çîçekên xwe danîbûn ber kêlê, kevirê ber serê wî. Mûm jî danîbûn ber.

Me jî kulîlka xwe danî kêleka yên din. Kêla(kevirê) ber serê wî bi ser gorrê da hinekî xwar bûbû. Me dest nedayê.
24 sal berê ev gorristan nuh bû, çend gor bûn. Nuha pir mezin bûye, bi hezaran gorr li gorrostanê zêde bûne.

Nizanim çima ew li goristana misilmanan veşartin. Heger jê hatiba pirsîn, gelo wî yê bixwesta gorra wî li gorristana misilmanan, di nava tirk, ereb û farisan da be ya na?

Ser gorra wî, derdora gorrê paqij bû, belkî hevalan qirş û qalên li ser kom dibin avêtibûn.

Me bi dilekî şikesî xatir jê xwest. Min got, sal zû diherin, ji me ra jî hindik maye em werin ba te, têkevin binê vê axa sar.

Bi rê da min û xanimê li ser ciyê gorra xwe sohbet kir. Xanimê got gorra min ewê li vir be, zarokên min vir in, belkî carnan werin ser gorra min.

Min got, berê min digot, dema ez mirim dibê min bibin Wêranşarê. Lê nuha dudil bûme. Xweheke min tenê li Wêranşarê maye, ew jî îro heye, sibe tune ye.
Kê were ser gorra min?
Piştî çend salan gorrê xerra bibe here, belkî hinekên din miriyên xwe têxin ba min. Ez viya naxwazim.

Lema wer xuya ye gorra min û xanimê ewê li gorristaneka swêdîyan ewê li kêleka hev be.
Dibê gorra min ne li gorristana misilmanan, ne li ba tirk, ereb û farisan be. Naxwazim di gorrê da jî bi cîranê wan bim.
Dûro bi nûro.
Li vê dinyê jî ez naxwazim bi cîranê wan bim, li wê dinyê jî ez naxwazim.
Ev temî û wesîyeta min e; min li gorristana misilmanan, li ba ereb, tirkan û farisan veneşêrin.