Îro 12ê Nîsanê ye û di ser mirinaAslan ra tam du sal û du raj derbas bûne. Nuha seet 11ê şevê ye û ez li berkompîtorê rûniştime û hewil didim ku li ser Aslan(Mehmet Kaya) hisên xwe bînimzimên. Do ez û xanima xwe, em çûn ser gora wî. Ez li ber kevirê serê wî sekinîmû min sifra dilê xwe ji nişka ve raxist ber wî. Berf li erdê bû û dinya sar bû.Berî me bi du rajan du zarokên Kurd hatibûn serdana “apê” xwe û gora wî kiribûngulistan.Û torbak şekir jî dabûn ser kevirê gorra wî. Wan dizanîbûn ku “apê”wan ji şekir hez dike. Min hewqasî bîr nebiribû.
Ez nizanim ez çawa dest pê bikim û çi bibêjim?
Esas heta nuha çend carên din jî min teşebus kir ku vê yekê bikim, lê her carêjî wek ku yek destê xwe têke gewriya min, tim bîn li min diçikiya, gotin li bermin wenda dibûn û tiliyên min nediçûn ser tûşên kompîtorê. Min dikir nedikir,min nikanîbû tu gotin bidîta, biecibanda ku pê Aslan bida nasîn. Hemû sifetêndi Kurdî da hene û dihatin bîra min li ba şexsiyeta Aslan biçûk û zeîf diman.Axir hin mirin zû bi zû nayê qebûlkirin, wek meriv tiliya xwe li çavê xwe xe,janê dide dilê meriv! Dema jan dide dilê meriv, meriv nikane gotinê bixuliqîne.Qebûlkirina mirina Aslan bi min gelkî zor tê.
Li ser miriyan nivîsîn tiştekî pir zor e. Lê di ser da dema ew kes, însanekîpir îstîsna û hevalekî meriv yê pir ezîz û ji hêja jî pir hêjatir be, wê demêev yek ji zorê jî wêdetir zahmet û dijwartir dibe.
Hin însan hene di jiyana meriv da şopên pir kûr dihêlin, wek nivîsa ku li serkevirekî granît were nivîsîn, heta û heta dimîne. Aslan jî di jiyana min datesîr û şopeka weha hîştiye, ev şop heta ku ez sax bim ewê tu carî wenda nebe.Ez ji Aslan tenê tiştên baş fêr bûm.
Nuha baş nayê bîra min, gelo min Aslan kînga û çawa nas kir? Em herdu jî jiWêranşarê ne, di ser da jî ji eşîrekê û merivên hev in. Diya bavê min ji berawan e yanî ji alî bavê ve ew dibin xalanên min. Ez bawer dikim di dawiya salên60î ya jî di destpêka salên 70î da me hevûdu nas kir û hevaltiya me dest pêkir.Aslan telebe bû lê ez ne telebe bûm, min qet mekteb nexwendibû lê min jixwendinê gelkî hez dikir û min dixwend jî. Kêfa wî gelkî ji vê yekê ra dihat.Me bi hev ra kitêb dikirîn, dikir malê ”komunê” û dûra jî bi dor dixwend û bixortan didan xwendin. Ne tenê kitêbên me, her wisa perên me jî yê hev bû.
Aslan di nav xort û xwendevanên wê demê da merivekî pir îstîsna û bêemsal bû.Bi jîrî û zîrektiya xwe, bi comerdî û nefsbiçûkiya xwe û her wisa jî bi zanîn ûfedekariya xwe merivekî bêhempa bû. Sînorê fedekariyê li ba wî tunebû.
Li Wêranşarê hevalên wî tenê kesên feqîr, hejar û belengaz bûn, himal û karkirbûn. Bi wan ra radibû û rûdinişt û bi wan ra hevaltî dikir û li qahwexaneyênwan rûdinişt.
Aslan, wek di gelek warî da, di matamatîkê da jî gelkî jîr û jêhatî bû. Wî evzanîna xwe her tim dikir xizmeta xortên xwendevan. Ji bo wî perwerdekirinaxortan û hevaltiya bi wan ra gelkî girîng bû. Ji dibistana navîn bigre, heta bilîseyê, hemû xwendevan hevalên wî bûn. Di vî warî da hin prensîbên wî hebûn.Yek jê, wî tu carî pere ji kesî nedigirt, hemû qurs û dersên wî belaş bûn. Ligor wî divê her babetê alîkarî, xizmet û fedekarîya bi xortan ra bê hemberî ûbêmenfaet bûya. Wek felsefe ew li dijî dersdan û alîkariya bi peran bû. Ewkesên ku ev kar bi peran dikirin Aslan li dijî wan bû û ev şêla wan bi tundîrexne dikir.
Ya din jî, alîkariya wî ya di vî warî da ji her kesî ra bû, her xwendevanê kubixwesta dikanîbû biçûya qursa wî ya jî bi hawakî din alîkarî jê bigirta. Ewwek dersxaneyeke belaş dixebitî. Her havîn, berî ku dibistan vebin wî qursamatamatîkê vedikr û dersa matamatîk, fizîk, kîmya û hwd. dida zarokan. Ji bo wîzarokên dewlemnd û xizanan, îdeolojî û siyaseta wan ya jî ya dê û bavên wan qetne girîng bû. Piştî ku ket zanîngeha bilind jî her havîna ku dihat tatîlê wî evalîkariya xwe didomand.
Wî ev prensîb û xeta xwe, ji xwe ra kir felsefa jiyanê û heta mirinê jî dev jêberneda. Îdeolojî û siyasetên cuda, nasî û xerîbî li hember alîkariya wî ya bişexs û partiyên Kurdan ra tu carî nedibûn asteng. Wî bi qasî mihendîzekîkompîtorê ji kompîtorê fêm dikir. Wî li ser xwe ferz û wezîfe didît ku di vîwarî da jî bibe alîkar û piştevanê her kes û rêxistina ku ji gelê xwe raxizmetê dike. Ez bawer dikim li Swêd tu Kurdek tuneye ku di vî warî da Aslan jêra nebûbe alîkar.
Aslan di destpêka salên 1970’î da Zanîngeha Teknîk ya Stenbolê qezenc kir û çûStenbolê. Lê hevaltiya me her dom kir. Salê du sê caran ez diçûm Stenbolê û mehev û du didît. Di vê nabênê da, piştî efûya giştî ya sala 1974’an, di sala1975’an da DDKD ava bû û min bi hevalên “Şivancî” ra hereket kir. Piştî vêbiryara min, di warê siyasî da xeta me ji hev qetiya. Ez bûm DDKD “Şivancî” ûew jî ma serbixwe, nebû endamê tu partiyek Kurd. Dûra, piştî ku grûbên di navDDKDê ji hev qetiyan û her grûbê ji xwe ra partî û komela xwe vekir, wî jî dinav grûba hevalên “Îzmîr DDKD” da ciyê xwe girt û heta derba leşkerî ya 1980‘îû heta demekê piştî wê jî bi wan hevalan ra hereket kir.
Li gel ku di warê siyasî da em ji hev cihê difikirîn, lê dîsa jî têkiliya me tucarî qut nebû û ez dikanim bibêjim ku xumamî jî nehat ser hevaltiya me. Min timdixwest ku ez wî ne tenê wek hevalekî şexsî, her wisa wek hevalekî siyasî jîbibînim. Çimkî min baş dizanîbû ku di nav tevgera Kurd ya siyasî da kadirên wekwî pir kêm in. Lê çi heyf ku di vî warî da ez bi ser neketim.
Di sala 1983’an da min ew li Qamîşloyê dît. Ez berî derba leşkerî ya 1980’î biçend mehan derketibûm der û têkiliya me êdî qut bûbû. Min pir meraq dikir ku ewli ku ye û çi dike.Dema ji Libnanê ez çûbûm Qamîşloyê, min nizanîbû ku ew jî liwir e. Gava min bihîst ku hin hevalên “serbixwe” yanî ji grûba “Îzmîr DDKD” jîli wir in ez gelkî kêfxweş bûm(çimkî di nav wan da jî gelek hevalên min ên hêjahebûn) û ez tavilê çûm mala wan. Dema ez ketim hundur û min Aslan di wê odakerpîçî ya tarî da rûniştî dît, ji kêfan ez tevizîm, wek ku dinya bibe ya min.Çimkî min qet texmîn nedikir ku ewê derketibe der û di ser da jî li wir be. Ez fêrbûm ku piştî Cûntaya 12’ê Îlonê ew jî bi hevalên “serbixwe” ra derketiye der ûdixwazin bi hêzên din ra li dijî cûnta leşkerî şer û xebatê bikin.Vê yekê ezgelkî kêfxweş kirim. Çimkî min bi dil û can dixwest ku Aslan bi rengekî aktîv ûfiîlî di nav xebata siyasî da cî bigre. Min çap û jîriya wî, paqijî ûfedekariya wî baş dizanîbû. Min dizanûbû ku ew merivekî pir îstîsna û pir yektaye, lema jî hebûna wî ya di nav tevgera Kurd ya siyasî da ez dilşad dikirim;her çiqas ew ne hevalê min yê rêxistinî bû jî.
Çend mehan ez li wan deran mam. Her cara ku ez diçûm Qamîşloyê min tim ew didîtû me bi hev ra sohbetên dûr û dirêj dikirin. Dûra ez vegeriyam Swêd. Ew li wirma. Nêta wî ya hatina Ewrûpayê tunebû. Lê di 1983’an da ew jî hat Swêd û jiyanawî ya sirgûniya mecbûrî destpêkir. Jiyana Swêd salek du salên pêşî zêdetesîreke xerab lê nekir, lê dûra êdî roj bi roj ew ji pertav da xist û dawiyadawî jî ew xwar. Jiyan li Swêd pir mirî, bêdeng û pasîf e. Û di ser da jî merivtim bi tenê ye, têkiliyên însanî gelkî zaîf in. Derûdor û ciyên ku meriv ji vêtenêtiyê xelas bikin tune ne, meriv tim di mala xwe da ye. Îcar dema meriv neli dû jin û zarokan, milk û malê dinê be civata Swêd dibe destar û merivdihêre. A vê jiyana Swêd ya rezîl di 18 salan da goştê wî heland û hestiyên wîhêra û ew ji nav me bir. Ji ber ku Aslan ne merivê yê vê jiyana bi tenê, îzoleû pasîf bû, ew ji civata Xerbî bêtir, merivê civateke Şerqî bû, ji teqûreq ûqelabalixê hez dikir û vê yekê kêf û enerjiyek bêsînor dida ruhê wî.Wî jitêkiliyên întensîf, ji xebatên bênabên û bi şev û roj û ji civat û sohbetên dûrdirêj hez dikir û di şertên wiha da bêtir aktîv û berhemdar dibû.
Bêguman wî li Swêd jî ji gelê xwe ra gelek xizmetên hêja kirin û ji gelek keç ûlawên Kurd ra bû mamoste û nimûne û sembolekî pir baş û bêhempa. Lê ez bawerdikim heger ew ne li Swêd bûya ewê ji gelê xwe ra gelk xizmetên mezintir bikiraû ewê bêtir berhemdar bûya.
Aslan di dîtin û analîzên xwe da tu carî ne sathî bû, ji bûyeran bêtir, timdixwest sebebên wan bibîne û fêm bike. Çavên wî ji her kesî bêrir neheqî ûçewtî didît û guhên wî jî ji her kesî bêtir dibihîst. Refleksên wî yên lihember neheqiyê, zulmê, derewan, sextekariyê û durûtiyên şexsî û siyasî timbalkêş û manadar bûn, meriv tim tiştekî baş û nuha ji wî fêr dibû.
Aslan di gelek warî da merivekî zana bû. Lê ev zanatiya xwe tu carî nedida derû pê pişika xwe nedinepixand. Bi vacayî gelek caran meriv digot qey ji ber vêzanatiya xwe fedî dike. Bêguman vê nefsbiçûkiya wî, ew hinekî din jî mezindikir.
Aslan ji zarokan pir hez dikir û serê xwe bi wan ra pir diêşand. Hemû zarokênKurdan wek zarokên xwe didît û têkiliya xwe jî di vê çarçewê da didomand. Ji bowî dilşad kirina zarokan pir girîng bû. Çimkî wî dizanîbû dema meriv bixwazezarokên meriv bibin însanên baş, divê meriv wan şa bike. Lema jî tu carî bêyîçend babet şekir û çoklat nediçû mala kesî. Heger carekê bêhemdî ji bîr bikiraya jî dikanên li ser riya wî girtî bûna, ji zarokan ra digot ”ez deyndarê weme, careke din ezê deynê xwe bidim” Û bi rastî, piştî salekê jî biçûya wê malê,”deynê” xwe tu carî ji bîr nedikir, ji zarokan ra digot ”ev heqê wê yê îro” yeû ev jî ”deynê min” e.
Aslan merivekî rastgo, bêhîle û bêxurde, dobre, fedekar û comerd bû, ji derew ûderwçînan hez nedikir. Rastgobûn, dobretî û fedekariya bêmenfet, bêhemberîfelsefa jiyan û hebûna wî bû. Ev exlaq û xusûsiyetên xwe di dost û hevalên xwejî digerand û dixwest ku ew jî wiha bin. Û jixwe dema meriv kesên ji nêz vehevaltî bi Aslan ra kiribin nas dike, meriv tavilê dibîne ku ew ne wek ”her kesî”ne, hin xusûsiyetên wan yên baş hene ku li ba gelek kesî kêm in. Aslan yek jiwan kesan bû ku, meriv tenê jê hin xusûsiyet, exlaq û prensîbên baş digirt ûfêr dibû.
Rast e însanê ku li vê dinyayê dewsa wî tije nebe tuneye, lê hin kes hene birastî jî dewsa wan zû bi zû tije nabe.Aslan yek ji van kesan bû. Heft xwezî bidilê wî kesî ku her kes bi başî û çêyî qala wî bike!
Nivîsîna vê nivîsê janek mezin da dilê min!
Zinarê Xamo posted on April 19, 2003 14:55