Sersaxî û Bîranîn


Aslan Kaya
Sersaxî û bîranîn
Kekê Aslan, ev bû heft sal ku te ji nav me bar kir û tu çû. Bêguman xemgînîyame gelekî kûr û giran e. Bîranîn ne hev di salwegeranda ye. Ez ne li dijbîranînê salwegera me jî, lê ez wê bawerîya te ya bê şik û guman dikim, ku mintu car tu ji bîr nekirîye ku te bi bîr bînim. Tu herdem di bîr û bawerîya minda dijî. Ne ji salê carekê her 365 rojê salê ez te bibîr tînim û li te digerim.Lê mixabim… Gelo ma tê bîra te gava min xatir ji te xwest, min ji tera bi çavênşil gotibû : „ Aslan abê ! ji bona Xwedê ne ji box we, ji bona me li seheta xwemiqate be.”

Lê te dîsa wek her car bi ya xwekir û guh neda me û xwe. Na ez nabêjim te ji me hez nedikir. Lê te xwe ji xwe ûme ra nedihesiband. Hesabê te kûr û dûr bûn. Te xwe ji ezîti û kesîti yê xelasû paq kiribû. Ezê te jî û kesê te jî mirovatî û Kurdîtî bû.

Aslan abê, ezê îro xeberek nexweşbidim te. Amojna min Bedirya, dayê ya ku te jê ra nedigot dayê, te digot„Efendim“dayîka te, do bi şev çû ser heqîya xwe. Bi rasti bi qasî min texmînnedikir ez pê xemgîn bûm. Piştî wefata te, dilê min û dayê hinekî ji hev mabû. Lêwefata wê ez pir xemgîn kirim. Belkî ji ber hêq û hiqûqê me pir tev hebûn,belkî jî ji ber heq û hiqûqê te yê li ser me pir hebû. Lê ji ber çibe bira ewbe, ez gelekî xemgîn bûm.

Di vê bîranîna da li gordaxwazîya te min xwest bi çend gotina bi nivîsa kurdî te bi vê xerera nexêrêbihesînim û bi hisret û rêz te û wê bi bîr bînim. Ez nikanim ji te re sersaxîyêbixwazim. Nizanim çima jî nikanim ? Lê ez dibêjim serê me sax be, serê Fahriabê sax be.

Daxwazî ya te ji min ew bû ku, ezbi Kurdî binivîsim. Ev xwesteka te weke jî alî welatparêzîyê da tu ji min raherdem bûye nîşan û vê jî bala min kişand ser nivîsandina bi zimanê kurdî.

Weke gelek tiştên din ez ji boferbûna xwendin û nivîsandina Kurdî jî dîsa deyndarê te me.Ne li gor dildixwaze be jî ez hedî hedî xwe ji alî nivîsandina kurdî ve pêşve dixim. Ezdizanim ku tu yê bi vê gelekî kêfxweş be.

Min xwest bi kurdî ji bo sersaxîû bîranînê tev li hev hinekî hestên xwe ji te ra ragihînim.

Abdulkadir Ulumaskan posted on January 20, 2008 14:42