Salek din jî derbas bû…


Zinarê Xamo posted on April 14, 2014 23:33
Erê pismam*, qeda li dinyayê keve, sal û zeman zû derbas dibe. Wa ye salek din jî derbas bû pismam. Ez û Hêvî em îro dîsa bûn mîvanên te… Belkî çavê te li rê bû em roja çarşemiyê bihatana lê nebû. Me hîşt îro.

Ji nêrgizên li ber serê te me fêm kir ku roja çarşemiyê tu ne bi tenê bûyî, Metîn xoce û Ahmet mîvanê te bûne. Ez dizanim nuha kêfa te ji hatina wan ra pir hatiye. Di saxiya xwe da jî hatina wan tim tu gelkî dilşa dikir. Ewê nuha jî kiribe.

Lê cîranê te yê milê çepê xortekî kurd e, ji Kurdistana Rojhilat e, nuha bîna we bi hev derdikve, qet nebe hûn herdu jî ne bi tenê ne… Par dema em hatin berf li erdê bû. Lê îro wa ye berf tuneye, tenê hinekî sar e û ba jî heye.

Min bala xwe dayê derdora we nuh paqij kiribûn û nêrgizên ber serê te jî kwêrgî û pezkûviyan devê xwe pê nekiribûn. Me jî nêrgiz anîbû. Heta du sê rojan ewê kulîlkên wek zerika hêkê vekin. Bîna xweş ewê ji ber serê te bifûre. Li gorî gulfiroş pezkûvî ji nêrgiza zer hez nekin.

Tu zanî, me îro du kar kirin yek, me got berî nîvro emê werin seriyekî bidin te û dû ra jî herin şîna Îsa(Xoce)Avci.

Ez bawer dikim te Îsa baş nas dikir. Wek tu jî dizanî, Îsa kurdperwerekî wek zêr bû. Du roj berê ji nexweşiya penceşêrê ji nava me koç kir û berê xwe da welatê xwe. Bi saxî nebû qismet wî here. Diyare biryara feleka xayin wiha bû, dibê birayên wî bihatana vir û ew bibirana teslîmî axa Qoserê axa welatê wî bikirana.

Li ba min tu xebereke zêde muhîm tuneye, rewşa kurdan hîn wek berê ye. Kurdên başûr û ereb li ber hev didin lê hîn tiştekî diyar tuneye. Malikî dixwaze kurd wek dema Seddam dîsa bindestê wan wan bin û bi emir û destûra wan tevbigerin, bi emir û destûra wan bi dinyayê ra bidin û bistînin.

Lê kurd jî vê bindestiyê qebûl nakin û dibêjin me bi sedhezaran şehîd da ne ji bo ku em dîsa bindest bimînin.

Kurd dixwazin serxwebûna xwe îlan bikin lê wek tu jî dizanî kes piştgiriyê nade kurdan.

Rewşa kurdên Sûriyê belhazir pir û pir xerab e, bi dehhezaran koçber bûne, bi çol û çepelan ketine. Û yên li welêt mane jî halê wan pir xerab e.

Tirkiye bi çeteyên El Nusra û El-Qaîdeyê û gelek kes û hêzên din li hemberî kurdan şerekî pir mezin dimeşîne. Heger ne hukûmeta AKPê bûya halê kurdan nuha pir baş bû, lê hukûmeta AKPê nahêle, gav û saetê çeteyên ereb û îslamî dajo ser kurdan.

Û ya herî xerab kurd li hemberî van êrîşên dijmin ne li hev in, dijminatiya hev dikin.

PKK û PYD li aliyekî û PDK û gelek partî û hêzên Kurdistana rojava jî li aliyekî din in. Ji bo ku rê li ber van gelşan bihata girtin xwestin konferanseke netewî çêbikin, lê çê nebû.

PKK û PDK li hev nakin. PKK wek hertim dîsa dibêje ez û ez, îmkanê, rê nade hêzên din. Û ev jî dibe gelş. Erê yên hene ew in, yê xebatê û şer dikin ew in, lê li gel vê jî dibê ne li dijî hevkarî û yekîtiya netewî bin. Welhasil li Kurdistana rojava rewş pir tevlihev e.

Li Kurdistana bakur di 30ê adarê da hilbijartinên herêmî çêbûn. AKP bi hîle û xurdan dîsa bû partiya yekem. PDP jî ne zêde xurt bû û ne jî zêde kêm kir.

Tirkiye bûye gerrek, bûye avzêm, dizî, derew, sextekarî heta tu bibêjî pir bûye. Serokwezîr û malbata wî û wezîrên wî bi milyaran rişwet û bertîl girtine lê milet guh nadê. Ji ber ku raqibên wan ji wan xerabtir in. Yanî li Tirkiyê ewê rewşa kurdan çawa be hîn baş ne zelal e, tevliheviyeke pir mezin heye. Hertişt di destê Ocalan d aye û ew jî geh rast lê dixe, geh çep lê dixe. Bi dîtina min heta kilîta siyasetê di destê Ocalan da be îşê PKK û BDPê zor e, nikanin tiştekî bikin.

Ya baş û ewê kêfa te jî jê ra were belediya Wêranşarê dîsa BDPê girt. Li Rihayê jî kurdan rayek baş girtin lê têrê nekir. Lê Mêrdîn belediya ji AKPê girtin, Ahmet Turk bû serokê belediya Mêrdînê. Ev jî pir baş bû.

Nizanim min ji te ra gotibû ya na, min li Wêranşarê li Ebrê xaniyek kirî, vê havînê emê herin mala xwe raxin û nêta min ew e piştî ku ez teqawit bûm, herim li Wêranşarê bicî bibim. Mala me nêzîkî mala Fexrî ye… Wekî din tu tiştekî nuh tuneye, mirin salê çend heban ji nava me dibe, lê jiyan dom dike, heta rojekê dor tê me jî… De heta salê tê bimîne di xweşiyê da…

2014-04-13

*Mehmet(Aslan) Kaya