Piştî xewnekê



Aslan* merheba!

Tu zanî ev demek bû ez nehatibûmserdana te. Do bi şev min tu di xewna xwe da dît.

Ne sedî sed be jî lê ez dibêjimbajar ya Stenbol ya jî Amed bû. Em çend kes, tu û Fûad jî di nav da, em li malahevalekî bûn. Mal, mala kê bû ez nizanim. Lê telebe bûn. Dem havîn bû û dinyajî gelkî xweş bû. Em çend heval li baxçeyê malê rûniştibûn û me sohbet dikir.Ez rêwî bûm û diviya ez biçûma mal. Lê min bilêta xwe û sola xwe nedidt.Hevalan digotin tişt nabe, tu yê sibe herî. Welhasil piştî nedîtina bilêtê ûisrara hevalan min mayin qebûl kir.

Li ser masê desteyek kaxetênpinîkêrê(nezerê) hebû. Min rahîşt desteyê kaxetan û çend şeh lê da û dû ra jîmin ji te ra got:

-De were ez û tu bibin şirîk û emberra van xortan bidin.

Kesên min ew wek xort îşaretkirin yek jê heval Fûad û yê din jî Ednan Qeredax bû. Du sê kesên din jî likêleka wan bûn û bi pêşniyara min dikeniyan. Lê piştî ku ez bi xwe hesiyamnavên wan nehat bîra min. Dema min got,” de were ez û tu bibin şirîk û em beravan xortan bidin” tu jî keniya û te bi Swêdî got:

-Jaså/wisa ha!

Min got:

Ma tu ditirsî?

Li ser vê pirsa min, te destê xwebir simêla xwe û tu keniya û te tiştek got, lê nuha nizanim te çi got?

Hîn kaxet di destê min da û berîku ez xwe bera ser kursiyê bidim ez bi xwe hesiyam. Min li seetê nêrî, seet lidora 04.00 sibê bû. Hêdî hêdî hişê min hat serê min û min fêm kir ku tiştê mindîtibû tenê xewneke derewîn bû. Bextewarî û dilşadiya xewnê tavilê wenda bû ûxemgîniyeke giran wek tayekî aşan xwe bera ser bedena min da. Di wê bîstikê dakenê te yê şîrîn û wan gotinên te yên wecîz li ber guhê min olan dan. Fena kutu ji min ra bibêjî:

-Hela hela, yaho tu li ku yî?

Min fêm kir ne min tenê, te jîhinekî bîriya xirecira me kiriye. Min di dilê xwe da got, soz, sibe ez têmserdana te, di tûrikê min da çi ilm û xeber hebe ezê wek qevdek gul deynim sergorra te.

Min ev xewna xwe tavilê ji ”abla”te Hêviyê ra(nizanim çima lê te ji Hêviyê ra tim digot abla) jî got.Me biryarda ku em roja din(wê rojê baran dibarî) werin serdana te.

Tiştekî gelkî xerîb e, lê hergava ku ez qala te dikim, Hêvî hema kelogirî dibe. Îcar jî wer bû.

Wek min soz dabû, îro(25/7-07)sibêzû em rabûn, piştî xurîniyê em ketin rê.

Min mal guhestiye, gorristana teji mala min ya nuh gelkî dûr e. Ez bawer dikim rê li dora seet û nîvekê ajot.Min ji gulfuroşê bi pirs, gula herî baş, ji bo ku zû nemre û salê tê jî li berserê te hişîn were kirî û em ketin rê.

Dinya gelkî xweş bû. Lê dema emnêzî gorristanê bûn dunya bû ewr û tam gihîştin ser gorra te baranê dayê. Mefêm kir ku bi hatina me tu gelkî kêfxweş bûyî û bi vî hawî tu xêrhatinê li medikî. Me jî wek silav, çend hêsirên xwe bi baranê ra rijand ser gorra te.

Li ser gorra te bihostek çayir ûçîmen bilind bûbû. Û hinekan jî du çîçek danîbûn kêlek kevirê ber serê te. Minxwest ez çîmenên ser gorra te biçinim. Hêviyê nehîşt, got, ”dev jê ber de.” Dûra hat bîra min ku te yê jî qebûl nekira. Te yê jî bi wê bînfirehî û sebra xweya Hz. Eyyûb bigota:

-Tu çi jê dixwazî? Dev jê berdebira bimîne!

Loma jî piştî çinîna çend qevdanmin dev jê berda. Hêviyê çû hinek ax û av anî û çîçeka ku me ji te ra anîbû medi ber serê te da çand. Min nameyek biçûk jî ji te ra nivîsî û ew jî xist navanaylonekê û xist nav gula xwe.

Bi rastî jî çi di tûrikê min dahebû min yeko yeko, hêdîka ji kevirê ber serê ta ra got. Ez bawer dikim dengdihat te!

Ez dizanim derd û meraqa te yaherî mezin rewşa Kurdistana Azad, yanî başûrê Kurdistanê ye. Wek min nivîsî ûgot, qet meraq neke û di gorra xwe da jî musterîh razê, Kurdistana başûr rizgarbûye û kurd bûne dewlet. Erê dujminên der û dorê û bi taybetî jî tirk, wekgurên har diranên xwe disûn û ji dil û can dixwazin me li hewa dabarînin, lê jitaqet da ketine, nikanin, newêrin bajon ser me.

Çimkî Emerîka û Ewrûpa destên xweli pişta wan naxin. Û ew bi tenê jî nikanin.

Tu zanî, berê jî dujminên me tucarî bi tena serê xwe zora kurdan nebirine. Heger ne îngilîz, fransiz, rûs ûyên din bûna ereb, tirk û farisan bi hêzên xwe tenê nikanîbûn şervanên kurdanbişkînin û kurdistanê ji xwe ra bikin mustemleke. Û dîsa tu baş dizanî kubindestiya me ya heta îro jî her bi saya piştgiriya van dewletan e.

Lê wer xuya ye ku îro menfeetênEmerîka, Ewrûpa û yên dujminên me heta dereceyekê hatine hember hev, loma jîwek berê bi hêsanî li hev nakin. Tiştê herî girîng, bi qasî ku em muhtacî wanin, ew jî hewqasî muhtacî me ne.

Yanî bi kurtayî me destê dujminji gewriya xwe derxistiye, em êdî ne li ber fetisandinê ne. Ez bawer dikimxelasbûna hemû kurdan û avabûna Kurdistanek serbixwe nêzîk e, pir ne dûr e. Divî warî da divê dilê te di cî da be û zêde xeman nexwe.

Haaa, divê ez xebereke girîng yadin jî bidim te.

Tu zanî di 22-ê temûzê da libakurê Kurdistanê hilbijartinên giştî yên pêşwext çê bûn. Ji kurdan partiyaDTP(Partiya Demokratîk ya Civakî)new ek partî lê bi riya kesên serbixwe ew jîbeşdarî hilbijartinan bû.Wek tu yê jî texmîn bikî, partiyên dujmin bi sayagelek dek û dolaban, teror û çavtirsandinê û helbet bi bi alîkarî û xemsariyahin kurdên kêmaqil dîsa zora kurdan birin. Di xebatên hilbijartinan da şîarasereke ya Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan: ”Yek dewlet, yek milet, yek al” bû. Lêkurdan dîsa jî ray danê. AKP-ê li Kurdistanê ez ne şaş bim 80 parlementerderxist.

Yanî sal bi sal, xwezî bi par!

Axirê ya baş kurdan jî li çendbajarên Kurdistanê 22 parlamenter derxistin. Li Mêrsînê, Edenê, Ruhayê,Agirîyê, Qersê Çolemêrg û hin derên din jî li dora 7-8 parlamenteran jî bi zorji wan stendin. Namzetên van deran îtîraz kirine lê ez bawer nakim tunetîceyeke pozîtîv bi dest xin. Ji ber ku ”dewleta kûr” wiha dixwaze.

Ez gelkî dilşa me ku kurd nebûnsifir, sosireta mezin ewê wê demê bûya. Dunya alemê ewê bigota kurd dozatiştekî nakin, heger bikirana ewê dengên xwe nedana yên hebûna wan înkar dikin,yanî AKP-ê.

Tu zanî ya xerab gelek kurdhêviyeke bêbingeh û ne mimkûn ji Erdogan û partiya wî dikin. Esas Erdogan ûpartiya wî bi qasî serê derziyê jî tu soz û hêviyekê nadin kurdan, bi vacayî ewjî wek hemû partiyên din ji daxwazên kurdan yên netewî ra dibêje teror. Ûcamêran van dîtinên xwe yên îmhakirina kurdan qet venaşêrin jî. Erdogan ûhevalên wî, gav û seet sozê didin gelê xwe ku ewê vê ”terorê” yanî tevgera kurdya netewî biqedînin. Lê hin kurd dîsa jî vê rastiyê nabînin. Yanî wek kesê jiceladê xwe hêviya rahm û edaletê bike.

Lê li alî din, destê dujmin jîêdê li nava kurdan nayê hev, ev jî rastiyeke. Loma jî zû bi zû nikanin mebavêjin ji erdê da.

Soz, ez te li wir tenê û bêagahdarî nahêlim, çi bi ber guhê min keve ezê werim haya te bigihînimê.

Ez te di meraqê da nahêlim. Tutim di bîra min da yî.

Zinarê Xamo

zinarexamo@hotmail.com

25/7-07

*Mehmet Kaya