Mîvaniyeke derengmayî


Aslan*, ez û Hêvî îro mîvanê te bûn.

Lê mîvaniyeke derengmayî.
Roja ku tu li bende me bû, me bêwefayî kir û em nehatin ziyareta te, me çavênte li rê qerimand.
Me efû bike.

Bawer bike, hersal ez hewil didim ku roja koça te ya dawî, werim serdanate, bîstekê li ber gorra te rûnim, destê xwe di kevirê ber serê te bidim, sebraxwe pê bînim, hestên xwe yên kevn tevrakim, rojên borî yên bi te ra bibîr bînimû ji te ra bi kurtî qala hin bûyeran bikim.
Qala rewş û halê kurdan bikim…
Lê îsal nizanim çawa bû min ew roj ji bîr kir, pir dereng hat bîra min ûserdana me, ma heta roja îro.

Ji bo vê derengman, bêwefayî û xemsariyê dibê tu min efû bikî.
Û tu efû nekî jî heqê te heye.

Ji ber ku li vî welatî bêyî min tu ”kesê” te tuneye(ez dizanim tu guh nadîmefhûmên wiha, tu hemû kurdan wek ”kes” û merivê xwe dibînî), ”kes” û merivête, ji bajar û eşîra te, hevalê te yê xoratiniyê, yê destpêka çepîtî ûşoreşgeriyê tenê ez heme.

Û ez jî roja ku tu li bende min î nigê xwe dişkînim û nayêm ser gorra te,vê rojê ji bîr dikim.
Ez gelkî fedîkar û şermezar im…

Belkî min ji te ra negotibe, ev çend sal in ”nexweşiya” jibîrkirinê bi minra çêbûye, ez tiştan zû ji bîr dikim.

Heta nuha bi dehan car min ceza daye tuxtor û tuxtorê diranan, ji ber ku diwexta xwe da naçim, rojê saetê ji bîr dikim.

Ez dizanim tu guh nadî tiştên wiha, bînfirehiya te bîsînor e, sebra te jiya Hz. Eyûb zêdetir e, tu gazinan ji tu dijwariyê nakî.
Lê axir dîsa jî ez pê qeherîm, ez li ber xwe ketim.
Do bi şev me li mal qala te kir, minqala hin bîranên bi te ra kir.
Me qala rastgoyî, fedekarî û xweşsohbetiya te kir.
Me biryar da ku îro werin serdana te, bîstekê bibin mîvanê te.
Piştî xurîniyê ez û xanim bi rê ketin.
Tu zanî xaniyê min yê nuh hinekî çep dikeve, ji te gelkî dûr e. Heta me xwegîhand ba te, me sê wasite guherand.
Lê ji ber ku ez di tehtîlê da me û îro jî dinya gelkî xweş bû, loma jî bibîneke fireh me xwe gîhand ba te.

Li Gullmarsplan weke hercar emdageriyan ba gulfiroş û me ji te ra çend gul kirî.
Tu dizanî adeta min e, ez ji pirsînî hez dikim, loma jî min ji mêrik û xanimagulfiroş alîkariya hilbijartina gulan xwest.

Camêrê gulfiroş çend gul nîşanîmin û Hêviyê da, got, di vê demsalê da vana xweş in, kulîlkan vedikin.

Welhasil ez serê te neêşînim, minsê reng kirî; sor, zer û spî yanî rengê ala Kurdistanê.
Dema em gihîştin ba te, nîvro qulibî bû, dinya germ bû.
Me bala xwe dayê cîranên te zêde bûne, gorristan îcar bi alî rastê ve jî mezinbûye, wêda dihere.
Tiştê herî ecêb, kulîlk, kart û tiştên cara berê me ji te ra anîbû, yek jîtunebû, gorra te bê mûm, bê kulîlk bû.
Yek gul jî li ber serê te tunebû.
Gorra te daketibû, bi erdê ra dûz bûbû, gîha û hoşib bihostekê li ser dirêjbibû.
Me tiştekneçinî, me got bira wer bimîne.
Ji bo ku tu aciz nebî.
Çimkî ez dizanim ji bo ku te pê li gêrikekê nekira te riya xwe dadigerand, tedigot jiyan mafê wan e jî.

Hêvî çû misîn tije av kir û anî.
Me kulîlkên xwe li alîyê rastê yê serê te weke ala Kurdistanê bicîkir û dûra jîtêr avda.
Ez bawer dikim ewê kêfa te jê ra were.
Bîna te ewê bi wan fireh bibe.

Min bala xwe da tarîxa kevirêberê serê te, tam 8 sal di ser koça te ra derbas bûne.
Di nava van heyşt salan da li Kurdistanê gelek tişt guherîn, gelek tiştserobinî hev bûn.
Weke tu yê jî texmîn bikî, li Kurdistana başûr halê kurdan ne xerab be, êdî kesnikane hebûn û îktîdara wan tehdît bike.

Di 25-ê meha borî dahilbijartinên giştî çêbûn, Mesûd Barzanî bi bi girtina ji sedî 69.57-ê denaganji nû ve bû serokê herêmê Kurdistanê.
Di demeke wiha hesas da qezenckirina wî ji bo kurdan gelkî baş bû, kurd jî ûdost û dijmin jî dizanin ku Mesûd serokekî çawa ye.

Li Kurdistana Îran û Sûriye tupêşketineke nuh tuneye, zulm û sîtemkarî her berdewam e.
Li Îranê jî çendakakî berê hilbijartina serokkomariyê çêbû, Ahmedînejad dîsa bûserokkomar.
Raqibên wî netîce qebûl nekirin û gotin sextekarî bûye, milet çend rojan serîhilda lê pere nekir.
Piraniya kurdan hilbijartin protesto kirin, neçûn ser sendoqan.

Xebera herî xweş ku ewê kêfa tegelkî jê ra bê, pêşketinên li Tirkiyê ne, ev cara pêşîye ku dewleta tirk dipêşengiya AKP-ê da qala dayina hin mafan dike, heger ne derew be hukûmetê ji boçareserkirina mesela kurd ”pakêta kurd” amede kiriye û di rojên pêş da peyderpey ewê têxin praktîkê.

Li gor beyana Cemîl Çîçek ya îro,Erdogan, di gera xwe ya Wanê û Agiriyê da gavên ku ewê bavêjin, tiştên ku ewêbidin kurdan ewê eşkere bike.
Wisa xuyaye ku îcar mesele bi rastî jî cidî ye, bi rastî jî dewletê hin”tiştan” bide kurdan.
Lê ev ”tişt” çi ne, di pakêta dewletê da çi heye hîn ne diyar e, ev yek didemeke nêzîk da ewê diyar bibe.

Yanî mizgîna min li te, liKurdistana bakur jî kurd nêzî azadiya xwe dibin, xebat û têkoşîna miletê kurd biavê da neçû, hêdî hêdî fêkiyên xwe dide.
Tirk nerm dibin, tên rê.

Ez ji te ra bibêjim, Xwedê kir kuçeteya Ergenekonê derket ortê û ew û AKP bi hev ketin. Heger Ergenekoncî,dewleta kûr û kemalîst weke berê xurt bûna, ne mimkûn bû ku hukûmetê biwêrîbûyaqala ”pakêta çareseriya mesela kurd” bikira.
Ji ber ku çete û dewleta kûr zeîf in, birîndar in loma îro ev atmosfer peydabûye û hukûmet dike hin mafan bide kurdan.

Ya xerab mixalefet(CHP û MHP)bixurtî li dijî her babet çareserkirina mesela kurd e, dibêjin naskirina kurdan ûdayina hin mafan ewê rê li ber veqetandinê veke.
Hemû problem û tirsa tirkan ev e, dibêjin heger em îro hebûna kurdan nas bikinû hin mafan bidin wan, ev yek ewê here bigihîje Kurdistaneke serbixwe.
Dewlet Bahçelî do wer gotibû.

Lê ew bitirsin netirsin ferqnake, bêguman kurd rojekê ewê Kurdistana serbixwe ava bikin, çawa ku çare limirinê nabe, çara vê jî tuneye.
Bi dîtina min dema li Tirkiyê kurd hin mafan bidest xin, ev yek ewê tesîrê liÎran û Sûriyê jî bike, di rojên pêş da ewê jî mecbûrî avêtina hin gavan bibin.
Ji ber ku mesela kurd bi hev ve girêdayî ye, pêşketina li beşekî tavilê tesîrêli beşên din jî dike, têkçûn jî eynî tesîrê dike.

Heger ne hebûna Kurdistana Federebûya bêguman ne mimkûn bû ku tirkan îro qala “pakêta kurd” bikira.
Têkçûna rejîma Saddam li Tirkiyê jî bû destpêka têkçûna rejîma kemalîst yadîktator.
Loma jî di rojên pêş da kurdên Tirkiyê jî weke kurdên Îraqê ewê bibin xwedî mafû statuyeke siyasî.
Di gorra xwe da rehet razê, ji bo gelê te jî rojên xweş û azad nêz in…
Lê xwezî te jî ev roj bidîta…
*Mehmet Kaya

Zinarê Xamo augusti 10, 200914:23