Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e


Wek 9ê nîsana her sal, îro jî ez çûm ser gorra kurdperwerekî pir mustesna, ser gorra hevalekî li ber dilê min û xanima min û zarokên min pir ezîz bû.

Ez çûm ser gorra Aslan.
Her sal ez û xanim tenê diçûn ser gorra Aslan(Mehmet Kaya). Lê îsal lawikê me yê biçûk Rojen jî bi me ra hat.

Do êvarî gava me ji Rojen ra got sibe emê herin ser gora apê te Aslan, gelo tu dixwazî bi me ra werî?
Gelkî kêfa wî hat, got min gelek şekirê wî xwariye, helbet ezê werim… Ez bawer dikim bi dîtina Rojen pir kêfa wî hat. Û Çimkî nabêna wî zarok û xortan pir xweş bû. Ji hevaltî û sohbeta bi xortan ra pir hez dikir, ji zimanê wan fêm dikir. Kanîbû bi xortan ra têkeve diyalogê.

Ji xwe ez wer texmîn dikim li Stockholmê zarokê şekirê Aslan nexwaribe tuneye.
Ji bo alîkariya kompîtorê bi min ra bike rahmetî carnan bêwext dihat mal, ya fersend nedidît ji zarokan ra şekir bikire ya jî dikan girtîbûn. Di rewşên wiha da li hemberî zarokan xwe pir mecûp didît û ji zarokan ra digtot ez destvala hatime, bira deynê min be.

Û cara din gava dihat, du torbe şekir dida her yekî û digot ev heqê we yê îro ye û ev torbe jî deynê min ê wê rojê ye… Lema jî li Stockholmê hemû zarokên dost û hevalên wî ji dê û bavên xwe bêtir ji Aslan hez dikirin.

Di dawetan her kes bi dost û hevalên xwe ra li hev kom dibûn û dipeyivîn, Aslan di nava zarokan da bû, zarok li serê wî kom dibûn, sohbeta wan cihê bû… Îro danê nîvro ez, Hêvî xanim û lawikê me yê biçûk Rojen, me berê xwe da gorristana Strandkyrkogården.

Îro li Stockholmê tam bihar bû, rojeke pir xweş hebû.
Di çûnê da hinekî serî li me geriya. Li Stockholmê heta meha cotmehê hin rê hatine girtin û hin xetên trên û tranvayan jî naxebitin. Lema jî riya me hebekî dirêj ajot.

Piştî serdana gorristanê em çûn xwepêşandana li dijî êrîşa terorîstî ya roja îniyê. Li ciyê bûyera terorîstî ya roja îniyê îro civîneke pir mezin hebû, bi dehhezaran însan civiyan û dera bûyeê kirin derya gulan.

Me li ser riya xwe, li taxa Gullmarsplan, ji ser gulfiroşê em her sal gula xwe ji ser dikirin, me nêrgizek xwe kirî û em çûn.

Dema em gihîştin ser gorra wî wek her sal dîsa hinek hevalên wî, ji van yek Metîn e, berî me hatibûn.
Me nêrgiza xwe danî kêlek ya wan.

Her sal ez jê ra qala halê kurdan dikim.
Lê îsal min qet xeberekê xêrê û xweş nedayê, min jê ra tenê qala êrîşên Daîşê û Tirkiyê û xeberên ne weş kir.

Min got Tirkiye li serê hemû kurdan, li serê kurdên herçar perçên Kurdistanê bûye belayek pir mezin.
Li tu beşekî Kurdistanê halê kurdan ne xweş e. Bi taybetî jî halê kurdên bakur pir û pir xerab e.
Min got pismam, li başûr kurd û ereb hîn li ber hev didin û kurdan hîn serxwebûna xwe îlan nekirine.
Lê heger ne derew be dibêjin ji bo serxwebûnê îsal ewê referandûmê çêkin.

Îcar ewê çêkin ya na hîn ne diyar e.
Daîş hîn neqediya ye, Kurdistana başûr hîn bi tevayî rizgar nebûye.
Lê kurdan pişt li Daîşê şikandin.
Vê qehremaniya kurdan li dinyayê deng da.
Kurdan li başûr gelek erdên xwe rizgar kirine.
Piştgiriya derve bi kurdan ra pir xurt e, heger kurdên başûr yekîtiya xwe çêkin îhtîmal heye bikanibin serxwebûnê îlan bikin.

Li Kurdistana rojava jî hêvîya kurd azad bibin pir e, lê şer hîn berdewam e, hîn dest pêk e, ne diyar e dawî ewê çawa be.

Tiştê kêfa meriv tîne Emerîka û Rûsya neyartiya kurdan nakin, vekirî alîkariya kurdan dikin.
Û ev yekî Tirkiyê pir aciz dike.

Bes heta nuha ne Emerîka û ne jî Rûsyayê guh nedane qajewaj û qîreqîra tirkan. Hêvî dikim bi taybetî Emerîka li kurdan dev neguhere û alîkariya xwe ya bi kurdan ra bidomîne.
Li Kurdistana rojhilat rejîma meleyan hîn xurt e û her roj kurdan bi darde dike. Lê Trump xwe li Îranê tûj dike, hêvî dikimtiştekî bîne serê Îranê.

Tiştê hat serê Seddam û Esed kane were serê Îranê jî.
Min got pismam, bi kurtî halê kurdan li bakur û li rojhilat pir xerab e, li başûr û rojava jî ew û dijmin hîn li ber hev didin.

Lê hêvî heye li rojava jî kurd pir, hindik bibin xwedî desthilat. Lê yê perîşan kurdên bakur in.
Min got xwezî min bikanîbûya îro xeberên xweştir bida te û kêfa te bianiya, di bin vê axa sar da ruhê da şad bikira, lê mixabin sal bi sal, xwezî bi par. Bi giştî halê me ne tu hal e.

Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civata Swêd da hatine der û meqamên muhîm, ji bo gelê xwe xebatên pir baş dikin. Yanî keda te bi erdê da neçûye, hemû telebeyên îro li Swêd ji bo azadî û serwebûna gelê xwe xebetên bêhempa dikin.

Çuqas derbas bibin jî hezkirina te ya di dilê me da, ya di dilê dost û havalên te da, ya di dilê her kurdê Mehmet Aslan Kaya nas dike da tu caî kêm nabe. Em her tim bi hesreteke kûr û bi hezkirineke bêsînor qala te, qala fedekarî û îstîsnabûna te dikin. Tiştekî wih anabe nesîbê her kesî… Mirinê bi te ra bêbextî kir, tu zû ji nava me bir, lê nav û dengê te nemir e…

2017-04-09

Zinarê Xamo posted on April 10, 2017 08:23