Mirin, weleh tu pir bêbext î !


Zinarê Xamo posted on April 14, 2013 17:46
Bira qeda li vê dinya derewîn keve, va ye careke din ez û xanim, em rêwiyên sergorra miriyan in; em dikin herin ser gorra Aslan(Mehmet)Kaya, dîsa bîstekêxemgîn û heznî bibin, wan roj û salên borî bi hesret bibîr bînin.

Roja 9-ê nîsanê 12-mîn salvegera wefata wî bû, wê rojê îmkana me ya çûyinêtunebû, emê îro herin.

Îro Stockholm zêde ne sar e, berf hîn li erdê ye, lê roj hinekî heye. Merivnaqefile…
Hin kes hene di ser mirina wan ra çuqas sal derbas bin jî, meriv qet naxwazemirina wan qebûl bike, Aslan ji bo min kesekî wiha bû, mirina wî bi min pir zorhat û ez hîn jî nikanim qebûl bikim.

Mirinek din jî ya Yilmaz(Selîm Bakac)e, wefata wî jî ez pir êşandim û di jiyanamin da valayiyeke mezin çêkir, hêlîna dilxweşî bextewariya min ya li xerîbiyêxera kir.

Mirin gelek caran bêedalet û bêbext e, lê di mirina Aslan da ji bin dabêedaletî û bêbextî kir. Ji nişka ve û bi dizî hat, nehîşt em xatir jî ji hevbixwazin.

Lê belkî jî mirina herî baş, mirina ji nişka ve ye, meriv kesî ne xemgîn dike ûne jî diwestîne. Û ji xwe felsefeya wî jî ev bû, xwe di ber her kesî dadiwestand, lê nedixwest tu kes di ber wî da biweste. Yanî meriv dikane bibêjeku mirina wî jî tam li gorî felsefeya wî bû.

Em danê nîvro ji mal bi rê ketin û me berê xwe da gorristana Strandkyrkogarden.Heta herêma Globenê rêwîtiya mebaş derbas bû, em ji cî û warê xwe yê berêbuhurîn û me bîstekî bala xwe da wan deran.

Lê li herêma Globenê gelşê dest pê kir. Îro maça taximê Hammarby hebû, bihezaran alîgirên Hammarby li wan ortan belav bûbûn, alên hişin û spî di destênwan da hirre hirr û birre birra olanek mezin dida. Pûlis gelek rê û dirbgirtibûn, trafîq xetimî bû. Me çû du nêrgizên zer kirî û xwe da benda otobozê.Piştî demek payin axirê otoboza me hat û em bi rê ketin.

Erê li Stockholmê hîn berf li erdê heye, lê min nizanîbû di nava gorristanê dahîn hewqas berf li erdê ye.

Gorristana gorra Aslan lê di nava daristanê da ye, ji ber ku pêge kêm e û zêderojê jî nabîne loma jî berf hîn lê pir bû.

Me xwe li berfê qeliband û çûn ser gorra wî, silavek dayê û ji bo çend 4 rojderengî uzrê xwe jê xwest. Wî jî bi bînfirehiya xwe ya her tim dîsa got, ”tişnabe canim, hûn nehatana jî dibû.”

Me nêrgizên xwe, li kêleka rast û çepê kevirê ber serê wî, di nava berfê dabicî kirin. Min xwest cixareyekê îkramî wî bikim, lê ji şansê xerab ra hesteyêmin nexebitî. Axirê dû ra malbetek hat, min çû agir ji wan girt û cixareya xwevêxist…

Hinek berî me hatibûn ziyareta wî û kulîlkek dabûn ber serî, lê xezala bêbexttavilê kulîlka wî xwaribû. Lê ewê nikanîbûya nêrgiza me, bi swêdî jê ra dibêjin”påsklilja” bixwara. Li gorî agahdariya yê gulfiroş, pezkûvî ûxezal ji nêrgiza zer hez nakin û loma jî naxwazin. Me bi xwe ev yek nizanîbû.

Ez û xanim bîstekê bêdeng li ber serê wî rûniştin û ketin xem û xeyalan. Ji berku berf bû me nikanîbû der û dora gorra wî paqij bikira.

Min û xanimê got, xwezî tu ne li vê gorristana xerîb, bi hezaran kîlometir jiwelat û qewmê te dûr bûya, xwezî tu li welatê xwe, li kêlek gorra bavê xwebûya.

Dawiya dawî wexta xatirxwestinê hat û me xatirê xwe jê xwest, lê me herduyan jînîvê dilê xwe li gorristan Strandkyrkogarden, li ba lawikê xweşmêrê kurd hîşt…

Zinare Xamo

14-04-2013