Ez îro mîvanê gorrekê bûm!



Aslan* merheba ji te ra!

Pismam, belkî tu ne li bende me bû, lê îro ez û Hêvî em dîsa bûn mîvanê te. Wekhertim, dîsa te qet dengê xwe nekir, tenê ez peyivîm.

Belkî tu nizanibî lê ez ji te ra bibêjim, îro 9-ê nîsanê ye, roja ku te ji navame da rê û hatî vî warê xwe yê ebedî.
Cara dawî di 25-ê temûza par da bû(25/5-07), dîsa ez û xanima xwe Hîvî em hatibûnziyareta te. Ji wê rojê û vir da ye ev cara pêşîye ku em nuh riya xwe bi tedixin. Yanî 9 meh di ser ra bihurîne.

Xwedêgiravî em li eynî bajarî dimînin.
Ez çi bikim, darê min hew di xênî hil tê!
Ez dizanim tu merivekî gelkî bînfireh î, sebr û tehamula Hz. Eyûb bi te ra ye,loma jî zû bi zû tu xwe ji kesî aciz nakî. Ez vê yekê baş dizanim, lê li hemberte dîsa jî ez xwe rûsar û şermesar his dikim.

Malşewitiyên salan pir zû derbas dibin. Tam heft (7)sal berê(sibe dikeve salaheyştan), di rojeke wek ya îro(9-ê nîsanê)da bêyî ku tu haya evdê Xwedêbigihînê, ji nişka ve, bi hawakî bêveger te xwe ji nava me da alî.
Li vî welatê xerîb, te ez bi tenê û hustuxwar hîştim!
Malneket, yekcarnan sebra me bi hev dihat!
Tu zanî xerîbiya bi salan meriv dilzîz dike, nuha, dema ez van rêzandinivîsînim hêsir ji çavên min wek taviyeke nîsanê dibarin ser kompîtorê.

Neyse, ez ji te ra rêwîtiya xwe bikim.
Ji bo ku ez werim ba te, ji ciyê kar min îro îzin girt. Hêviyê jî ewê ji karhinekî zû derketa û me yê saet li dora 15.30-î li Gullmarsplan hevûdu bidîta.Heta Hêvî bihata minê gul û mûmên ku me yê ji te ra bianiya hazir bikira.

Do êvarî heta derngê şevê me qala te kir. Me bîranînên xwe teze û dubara kir.Ez nizanim çima, hema dema ku meriv qala te dike, tavilê melûlî û mahzûniyekruyê Hêviyê digre û hema hêsir ji çavan gundor dibin.
Dîsa ez mijarê dûr ketim.

Wek bûka ku dike here zeyî, vê sibê ez rabûm, min serê xwe şuşt û xwe başxemiland. Tu zanî ez ne wek te me, ez ji tûzikandina bejn û bala xwe pir hezdikim. Loma jî min kincên xwe yên herî xweşik li kirin û xwe baş çêkir û seetli dora duduyan ez ketim rê, çûm Gullmarspalanê, warê xwe yê kevn.

Lê ji şansê xerab ra ji do êvarî da ye berfê û şilopeyê dest pê kiriye. Lê mintedbîra xwe baş girtibû, ne berf, kevir jî bibariya tesîrê li min nedikir.

Dibe ku haya te jê tunebe, ev 5 sal in min ji herêma Gullmarspilanê bar kirye,nuha li Alby-ê dimînim. Xaniyê min yê nuha wek ba me, bi hewş e. Buhar ûhavînan rûniştina li hewşê gelkê xweş e, hewş tije kulîlk in. Bîna meriv pê dertê.

Û dema dinya xweş be, manqila xwe jî didim ber xwe û goştê xwe dibrêjim, êdîkêf kêfa min e!
Ez çer li Gullparsplan ji tirênê daketim û derketim qata jorîn min hew dît kuÎkram Delen li hember min e. Tu zanî Îkram jî di metroyê da wek şefê karkirandixebite. Tam di wê bîstikê da li wir alîkariya milet dikir.
Me xêrhatin da hev û hinekî jî li hal û demê hev pirsî. Got tu bi ku da diçî?

Min got, wele xanima min ewê bîsteke din were vir, emê bi hev ra herin sergorra Aslan.

Tu zanî Îkram gelkî ji te hez dikir, dema min wer got, gelkî kêfa wî hat, gottu pir baş dikî.
Ji bo ku ez herim kulîlk û mûman bikirim, min xatir jê xwest. Lê dîsa jî hetaber devê derîyê dikana gulfiroş bi min ra hat.

Ez çi bikirim, ez berê bi yê firoşyar dişêwirim. Min îcar jî wer kir, min gotez dikim herim serdana gorra hevalekî, gelo di vê demsalê da kîjan kulîlk başin û dikanin zêde li ber xwe bidin?

Xanimê mala wê ava gelek alternatîf pêşniyar kir, dawiya dawî me li ser qevdekgulên sor li hev kir. Got ez çawa çê bikim, kîjan pel û hişnayiyê tevê kim?
Min bi kurtî qala xweşbîniya te kir û got, wele tu çawa çêkî jî wî qebûl e ûewê bi dilê wî be. Çimkî tişt çuqasî ne xweşik bûya jî wî tim bi çavekî baş ûdilovan lê dinêrî. Min got, xwarina herî xirab û birinca kuzûrî jî li ba wî wekşîr û çekir bû.

Axir çend gotinên din jî em li ser te peyivîn. Pîrek li pişt min di dorê da bû,wê jî dikira gulîlk bikiriya. Pîrê jî xwe tevî sohbeta me kir û got, çi heyf kuînsanên wiha roj bi roj kêm dibin.

Welhasil ez zêde dirêj nekim, xanimê qevdê kulîlkên te baş çêkir, bi rastî kêfamin jî jê ra hat. Û min du mûmên bi qapax jî kirîn û paş da çûm metroyê. Îcarmûmên bi qapax derketine, li ber baranê jî şil nabin û venamirin.
Heger bê bîra te, di hundurê metroyê da qahwexaneyek ji bo rêwiyan çêkiribûn,meriv hema li ser nigan çay û qahweya xwe vedixwar. Dema tu diçû û dihat malame, miheqeq te riya xwe bi wir dixist û qahweyek wan vedixwar. Nizanim çima lêkêfa te ji derên wer ra gelkî dihat.

Axir, ew jî zemanek bû…
Ez çûm wir û mam li bende Hêviyê.

Bîstek derbas bû Hêvî hat, Îkramhîn li wir bû. Min numra otoboza dihat ba te ji bîr kiribû, min ji Îkram pirsî.Wî, xortekî kurd yê din jî bi wî ra kar dikir, got lawê mele Bahrî Xurşît e,herduyan mala wan ava be tavilê defterên xwe li bin guhê hev xistin, telefonîvir da û wê da kirin û di nava çend deqîqeyan da navê otoboza me fêr bûn.
Min got heyra mala we ava, lê xortê din got na, ezê te heta pageha otobozêbibim. Û heta wir bi min ra hat.
Haaa, gelek silavên Îkram ji te ra hebûn, dibê ez wê jî ji bîr nekim.

Otoboz hat, em bi rê ketin.
Dema em li pageha goristana te daketin berf û şilopeya me hîn berdewam bû. Ezbi tedbîr bûm, min şemsiya xwe vekir û em ketin rê.

Dema em li pageha goristana te daketin berf û şilopeya me hîn berdewam bû. Lêez jî bi tedbîr bûm, min şemsiya xwe vekir û em ketin rê.

Îcar jî wek hercar bû, me riya gorra te şaş kir, bira ne îş e, goristan roj biroj mezin dibe. Berê kesek ji te wê da tunebû. Nuha li pişt te du rêzên din jîçêbûne. Axir piştî tertilandinek biçûk me mala te dît.
Em li ber nigên te rawestiyan û me silav li te kir. Gelek pel ji daranweşiyabûn ser gorra te, Hêviyê rahîşt tirmixa cîranê te yê kurd û dest bişirtkirinê kir. Der û dora gorra te baş paqij kir.

Cîranê te xortekî 18 salî ye, ji Kurdistanê Îranê ye. Çend rojan berî wefata teji alî çend xortên swêdî va hatibû kuştin. Gora wî hertim paqij û wek bexçeyekîkulîlkan e.
Me tacegula xwe danî ber serê te û herdu mûmên xwe jî vêxistin. Tiştê ecêb, ewqarta ku di serdana xwe ya 9 meh berê da min ji te ra nivîsî bû, hîn li wir, liser ber lewheya li ber serê te bû. Min hêdîka rahîştê û bala xwe da nivîsê.Nivîs hîn dihat xwendin. Fene ku ez xezîneyekê bibînim, min bi dengekî matmayîji Hêviyê ra got:
-Hela bala xwe bidê, qarta min hîn li vir e û tişt pê nehatiye!

Hewqas şilî û şepelî, hewqas ba û bahoz ne firandibû û ne jî nivîs xera kiribû.Min ew û qarta nuh, xistin hundur stara mûmikan, ji bo ku şil nebin û demekedin jî li ber xwe bidin.

Te ji çay û cixarê gelkî hez dikir. Berî ku em xatir ji te bixwazin mincixareyek ji xwe ra vêxist û yek jî xist hundur stara/fanosa mûmikan û danî berserê te. Sedîsed te gelkî bîriya cixarê kiriye.

Min di dilê xwe da digot, îro ewê mîvanên te pir bin, çimkî di saxiya te dahema hema hemû kurdên Stockholmê dost û hevalên te bûn. Tu li Stockholmê ji bohemû kurdan wek Xocê Xizir bûyî.

Ez dizanim van gotinên min nuha bi te ne xweş in, nuha tu xwe gelkî aciz dikî,lê rastî jî ev e. Di rojeke wiha da min tu tik û tenê dît.

Lê dibe ku rastiya jiyanê ev be.
Belkî tu rewşa kurdan jî meraq dikî. Welah Kurdistana başûr ne tê da, rewşa wanne xerab e, lê hersê perçeyên din jî kurd hîn bindest û perîşan in. Li hersêperçeyan jî dijmin zilma xwe eynî wek berê didomîne, girtin û kuştina kurdanberdewam e. Yanî tu tiştekî berbiçav nehatiye guhertin.
Tenê tiştê hatiye guhertin û ev yek jî hêviyekê dide meriv, ew jî şiyarbûnakurda ye. Di Newroza îsal da li seranserê Kurdistanê bi milyonan kurd li sernigan bûn. Lê rejîmên Tirkiyê û Sûriyê dîsa destên xwe di xwîna kurdan gerandin.Bi taybetî jî li Tirkiyê îktîdara AKP-ê û leşkeran bi hev ra zilmeke mezin limilet kirin.

Xebereke din.
Belkî kesî hîn ji te ra negotibe. Hema ezê ji te ra bibêjim. Wê rojê SiracKiricî hat vir. Fersend çênebû ku em hevûdu bibînin, em bi telefonê peyivîn.Min pirsa Fexrî û diya te jê kir. Got wele diya te çendakî berê wefat kiriye.Ji bo sersaxiyê ez hîn li Fexrî negeriyame, ez tim ji bîr dikim.
Piştî wefata te, her sal dihat û diçû, min tim dibihîst. Lê yek carê jî li menepirsî û bi alî me da nehat. Dibêjin rê ji dila diçe dila, qey rahmetiyê jîfêm kiribû ku kêfa min jê ra nayê loma bi alî me da nedihat.

Ji ber ku tu dizanî “kêfa me ji hev ra nedihat” loma jî ne hewceyeku ez ji teveşêrim.

Ez qet ji bîr nakim, li mala we, te carê li ber min jê ra got, “tiştê ezdizanim Xamo ji te hez nake”, wê îtîrazî vê gotina te kiribû û gotibû “hûnmêrikê mexsoyî fêsad in”, lê di hundurê xwe da dizanîbû ku tu rast dibîjî. Jiber ku sedîsed tu ne emîn bûya te tiştekî wiha nedigot.
Yanî êdî ji bo wê jî xeman nexwe.
Încîl dibêje, tu ax î, tu yê vegerî axê.
Emê hemû bibin ax.
Ez bawer dikim mîvaniya me bi dilê te bû û şêwra me jî îşev xweş bû. Bîna mehinekî bi hev derket.

Lê min pir dirêj kir, tu biwestî jî tu nabêjî ez westiyam, lê ez westiyam. Saetwa ye tê yekê nîvêşevê. Êdî ji bêxewiyê çavên min duxrin.
Heta salê tê bi xatirê te…
*Mehmet/Aslan Kaya

ZinarêXamo april 12, 2008 14:25