Ew di evîna xwe de bê şik. Di şerêxwe de bê tirs. Di jiyana xwe de bê dek bû.


  • Kürtkütüphanesinde düzenlenen birinci yıl anma töreninde yapılan konuşma 09-04-2002

Heval ûdostên Aslan hun hemu bi xêr hatine. Salek berê di vê rojê de, ango 9ê mehanisanê birayê me, heval û dostê me Aslan çû ser dilovaniya xwe.

Ez sipas jiBiblîoteka Kurdî û rêvebirên wê re dikim, Ew di rojek wisa de bi hemu imkanênxwe bûne alîkar ko em birayê xwe Aslan disalvegera wî de di bîra xwe de bînin ûrêz û hurmêta xwe jê re bigrin.

Ezê peyvaxwe dirêj nekim û hate ji min bê ezê hewilbidim hin gotinên Aslan ên ezdifikirim hêjane û ne tenê îroj, lê hertim dê em di bîra xwe de bînin bêjim.

Aslan hem bixwe û hem bi dora xwe eleqedr bû. Mane û qiymet dida jiyanê û bûyerêndiqewîmîn. Li ser wan difikîrî, bi rebazek zanistî dixwend û hewil dida derheqê wan de bigêhêje encamên rast. Ji bo wê jî, wî derheqê xwe, mana jiyanê ûgelek buyerên siyasî, civakî, û kulturî nerînên xwe nivîsine.

Piştî wefataAslan hin dostên wî ji dil û can heyf û mixabiniya xwe bi çûna Aslan anîn û netenê bi hazirbûna li mala wî, herwuha bi alîkariya manewî û maddî xwestinbirayê xwe bi awakî birumet û serbilindî rêbikin ser dilovaniya xwe. DerheqêAslan de his û fikrên xwe bi devkî an bi nivîskî îfade kirin. Ez bi dilsoziyawan re me û sipasiya xwe ji wan re dikim.

Aslan di hintiştê xwe de ne li gor normê gelek ji me fêrbûne dijiya. Ji bo wê dê neheqî bemirov wî wek derweşekî an jî wek teyrekî kelaynaq binerxîne. Bîrûbawerî,felsefe û tevgera Aslan a derheqê jiyanê hemdemî û ê paûeroja mirovatiyê ne. Ewli dijî newekhevîya di nav netewan, tebeqan û jin û mêr de bû. Wî li vê dinyayêjibona mirovatiyê û bi taybetî jibona gelê kurd azadî, edelet û wekhevîdixwest. Li dijî dagirkerê Kurdistanê bêtolerans bû. Wî ne tenê rewşa gelê xweîfade dikir, herwiha li dijî wê xwedî helwestek siyasî. Lê derwêş ne wisanin.Ji ber wê jî rast nabînim Aslan wek derwêşekî an teyrekî cinsê wî kêmdibe bêdîtin.

Aslan likuderê ba û di çi şertan de ba hewil dida wek mirovekî kurd ê birûmet bîjî. Wîdixwest watiniyên xwe ên jibo gelê xwe, wek kurdekî zana û têgihîştî bi cîbîne. Ji bo wê bi her awayî hewil dida li dijî êrîşê dewleta nijadperest û dagirkera Tirkiyê û pêlên paşverûtiyê li ser lingan bimîne, ango ew xwediyê helwestekkurdî a birûmet bû.

Aslanherwiha kardikir ji mirovên dora xwe re alîkar be, da ko ew jî ji vê rewşapaşveru û xerab a bi ser kurdan de hatiye kêmzerar derkevin û ji helwesta kurdîa birûmet dûr nekevin. Belkî ferqa me gelekan ji a wî ev bû. Di rewşek wisa dedivê em vê pirsê ji xwe bikin: Gelo Aslan mirovekî ê vê demê bû, an ê demekbihurî bû? Gelo em birastî watiniyên li ser me ferz bûne pêk tînin? Gelo em jidema xwe, gelê xwe û welatê xwe dûr ketine an na?

Aslanmirovekî hemdema xwe û herwiha mirovê paşerojê bû. Wî ji jiyanê hez dikir ûqiymeta wê baş dizanîbû, heqê wê didayê û wê bêqedir nedikir. Wî mana jiyanê dişiûra xwe de ronîkiribû.

Aslan manajiyanê wisa îfade dike: “Ez ji jiyanê hewildana guhertinê, veguhertina xweû a dora xwe femdikim. Carna ji gelek wechên jiyanê yek dikare derkeve pêş ûyek şûnde bimîne, lê jiyan hewildan e û helwesta karibe xwe û mirovanbiguherîne û veguherîne ye.”

Min got kuAslan qiymet dida jiyanê û nedixwast wê bê rumet bike. Wek minak, Aslan hatinaxwe a Swêdê û hebûna xwe a li vêderê wisa dinerxîne. Van gotineên wî jiminaqeşak wî a bi mirovekî re ye û nivîskî ye:

Aslandibêje: “Te nivîsiye ko ez li Swêdê dijîm. Ev agahdarî nîvçe rast e. Ez liSwêdê dimînim rast e, lê li vêderê dijîm, derew e. Ko li Swêdê dijîm du caraderew e.” Aslan ji bo sedemên wê jî wisa dibêje.

“Yek jêev e: Min ji firsetên ji hebûna li Swêdê ên ji me re bexiş bûne, ne ji yekê jîfêde nedît. Belkî ên ji mecbûrî netêde. Wek minak: Ji tirsê durbûyin. Tirsa kuezê sibê birçî û bêmal bimînim, tirsa têkeve hefsê, a lêdan û xeber gotinê…Lê tiştên daxilî hilbijartina xwe, min biisrar red kir. Ango di vê mane de eznajîm. Min wek do îro jî nametên hatin ber linge min an ên ez çûm ber lingênwan red kir û red dikim.

Ya duwem eve: Jiyan, jiyana wek ez têdigêhêmê ye. Berî ko ez bêm Swêdê, kêm hindik biawakî dijyam. Hatina min a Swêdê (ne ko min şandin) di eynê weqtê de qerara nejiyanê bû. Biryara hebûnê, lê ne a jiyanê bû…

Li hebûnaSwêdê du prensîb rê liber min dixin. Yek jê: Ez ji xwe berê deyindarê gelê xwebûm. Hebûna min a li Swêdê jibo ku ez zêdetir nebim deyindarê gelê xwe ye.

Ya duwem:Çar neçar ez hewildidim encamên hebûna xwe a li Swêdê di xizmeta wan kesan ximko hewildidin deyni min bidin gelê min.”

Belê eger medi eciband an nedieciband Aslan bi şiûrek wisa bilind û ronî jiyan û hebûna xwedidomand. Ên wek Aslan ne dinav me de bin jî, jiyane, dijîn û dê bijîn. Lê ênmewcudin, ne diyar e dijîn an najîn, an jii watiniyê xwe û rastiya jiyanêdûrketine an na? Ên wisa divê kêm bibin, ji ber ku ihtiyaciya gelê kurd jigelek mirovên wek Aslan henin.

Aslan jizarokan hez dikir, lê bala wî bêtir li ser zarokên kurd bûn. Ji ber ko wîdizanîbû ko ew paşeroja me ne. Ji bo wê jî ferqî nedixist nav zarokan, an ji boxatirê dê û bavê wan eleqê xwe bi wan re li hev ranedigirt, wî eleqê xwe bi wanre bi awakî taybetî didomand. Li dij bû ku mirov zarokên xwe bike qurbanapêwendiyên neyînî ên nav dê û bavan. Ji bo wî, zarok mirovên diva bû ku herkurd bi destê wan bigire û ji wan re alîkar be, da ku karibin bi rumet li serlingê xwe bimînin. Wî dixwest hin sazî û dezgên zarokên kurdan hebin, karibinwan bigihînin hev, hevudu nasbikin, ji hev hezbikin, kultir û zimanê xwe fêr bibinû bi kurdbûyina xwe serbilin bin.

Aslan ji bopêwendiyên cilên salê 70ê ango ên dema xwe û ên dipê wan re hatine (salên 80ê)wisa dibêje: “Eger ko di nav hêza rêberîyê a cîlên salên 70ê û namzetê wancilên salê 80ê de dan û stendin (dialog) ek pêwist çênebe, di demek kin de, dêbibe dan u stendinek wek kalên ku serpêhatiyê xwe ji neviyên xwe ko qet bizimanî osmanî nizanin dibêjin. Bibê nevê pêwendiyek wisa dê bibe dialoga kerr ûlalan.

Aslan herdewam dike û dibêje: ”Vê dema birastî demek gelek hesas e. Rewş, xwe nuhkirinacilên kevin şert dike. Ji ber ko cîlê nuh ê karibe ji we re bêje: ‘An hun divêxwe wek mirovan nuh bikin, an jî hun dê biçin ser sergoyê ku tarîxê ji we reheq kiri ye’ nîne, divê hun wê jî bikin barê xwe”.

Aslan derheqê dan û stendina mirovan û vekirîbûn û dilrastiya wan a li hemberî hev wisadibêje:

“Masûcekî min, guneheke min, qisûrek min heye.

Ne şert ehebe, lê mimkin e hebe.

Eger hebe neşert e bê gotin.

Lê jihereketan xwendina wê hem bar e hem jî dikare xelet bê fêmkirin.
Fêmkirina sedemên vê helwestek wisa zahmet e. Dikare gelek sedemên wê hebe.
Pirsîn ji şîrovekirinê çêtir e.

Tenê gavabirastî têgihîştina wê zahmet be şîrovekirin di ciyê xwe de ye.
Lê ji bo wê zeman, zemîn û uslûb hilbijartin karekî zahmet e.”

Minkin e hungotinên min hisî bibînin, lê ezê bêjim. Aslan di jiyana xwe de çi li welêt û çijî li derveyî welêt minakek jibo tekilî û helwesta kurdan a di navxwe de ye. Dibingeha têkîliyên wî (ên hevaltî û dostayê ne têde) ên bi mirovên kurd,rêxistin û saziyên kurdî re, berjewendiyên miletê kurd ya esasî bû. Ji bo wê jîhelwesta wî hertim ji bo dostayî û hevkariya kurdan a bi hev re bû.

Wî ferqnedixist nav nerîn û rêxistinên kurdan, dan û stendina wî bi hemuyan re hebû.Ji bo wî armanc, pêşketina gelê kurd bû û bi hemu imkanên xwe hewil dida ji boew pêk bê. Encamên têkîliyên wî rastiya helwesta wî dide nîşandin. Me kurdantêkîliyên wisa dibê.

Bi kurtayîdixwazim bêjim, Aslan xwendevan, karker û mihacir bû, lê di jiyana xwe de, difikir û tevgera xwe de û dil û mejiyê xwe de li hevhatî bû.

Ji bo ku emmirov bin û karibin bi rumetî bijîn, divê em mana jiyanê ji xwe re ronî bikin ûdi şiûra xwe de bicî bikin. Ji bo helwest û fikra me karibe bersîva boberjewendiyên gele me be, divê dilê me û mejîyê me li hev be.

Aslan dihemu ware jiyana xwe de miroveki sade bû. Ji bo wê me jî rast dît ku kevirekîsade li ser tirba wî daynin. Em fikirin çend gotinên li ser kevir bên nivîsînkaribe Aslan bixwe ifade bike.

Bi alîkari ûpêşniyara hevalên Aslan, me rast dît û ji bo wê qerar da van sê rêzên li jêr ênkesayetiya Aslan îfade dikin li ser kevrê tirba wî bên nivîsîn. Ez carek dinrêzê ji vê biryarê digrim û bi dilekî rehet dikarim ji bo Aslan bêjim:

Ew di evînaxwe de bê şik

Di şerê xwede bê tirs

Di jiyanaxwe de bê dek bû.

E. Hêgin