Heval û dostên hêja, birayê maAslan di 9ê nîsanê de li gor rapora otopsiyê ji ber sekina dilê xwe çû serdilovaniya xwe.
Hemu kesên li vêderê hazirinbirayê me Aslan nas dikin. Ezê jî bi kurtayî li ser jiyana Aslan û hinxususiyetên wî rawestim.
Aslan ji Wêranşarê ye û lawêmalbateke kurd e. Di sala 1972an de ji ber bîrubaweriyên xwe ên welatperweriyêhate girtin û 4 mehan di girtîgehê de ma.
Aslan yek ji wan kesaye koStenbol DDKD damezirandine. Di sala 1978an de ji ber cudayetiyên fikrî ûsiyasî, Aslan û hin hevalên xwe ên serbixwe dihatin naskirin (hin kesên liKurdistanê, hin endamên komela Stenbol DDKD, û piraya endamên komela ÎzmirDDKDê) bi hevre helwestek siyasî stendin.
Helwesta wan hevalan bi çendxalên kurt ev bûn:
• Ew difikirîn ko tevgera kurdîketiye rewşek wisa, îdin qadroyên mewcud bi zanebûn, tecrube û helwesta xwe anîşan didin, nikarin bersîva ihtiyacên siyasî, îdeolojîk û rêxistinî ên dematêdene bidin.
• Ji bo wan têgihiştin û tehlîlkirina civaka kurdî a di warê ekonomik û civakîde pêwîstiyek esasî bû û li ser vî esasî şertên afirandina siyasetek rastmimkin didîtin.
• Ji bo ko karibin kesayetiya xwe biguherînin û pêşdexin, xwe mihakeme dikirinû hewil didan li hemberî xwe bi bi şiûrek zanistî û bi mêranî rexnegir bin.
• Wan digot: “Divê her welatperwerê kurd karibe berjewendiyên xwe di şoreşagelê kurd de bibîne û karibe bersîva ew jibo çi şoreşger e, bide.
Aslan û hevalên xwe bi navêgrubek serbixwe di hatin naskirin. Piştî cunta leşkerî a 12 îlonê hin kes ji vêgrubê, ji bo karibin li dijî rewşa nuh rawestin û midaxeleyî wê bikin bihevrehelwestek siyasî stendin. Aslan û havalên xwe hewildan karûbarê danîbûn sermilê xwe bibin serî. Lê wan dikarîbû xebata xwe heta 1983ê berdewam bikin.Mixabin, encamê xebata wan ew gîhandin wê qeneetê ko ew tenê nikarin barê daneser milê xwe bighînin hedefa wê. Wan bi mêranî û bi berpirsiyarek şoreşgerî jiraya giştî a kurd re ragîhandin û gotin: Ew tenê nikarin barê dane ser milê xwerakin û xebata xwe a rêxistinî rawestandin.
Aslan di taliya sala 1983an dehate Swêd û li vêderê hebûna xwe bi rumetî heta çûyina ser heqiya xwe berdewamkir. Aslan ne bi tu grub an rêxistinên siyasî re bû, bê minetî û bê ko texsîrbike, alîkarî û fedekarî (çi maddî çi manewî) çiquwasî jê bihata xistibûxizmeta hêz û saziyên welatparez. Ango bi her awayî di xizmeta gelê xwe de bû.
Aslan yek ji wan mirovan ê ko xweli hember hemû êrîş û pêlên paşverûtiyê, li ser linga hiştiye û xwe pêşdexistiye. Wî dixwest bawerî û heviyên Kurdistanek serbixwe di dil û mejiyê herkurî de îdealeke pîroz be û ji bo wê micadele bêkirin.
Şiklê jiyana Aslan mirêkabîrûbaweiyên wî bû. Tevgera wî û bîrûbaweriyên wî perçeyên hevbûn, hevudu temamdikirin. Bê hev ne dibûn û di hundurê xwe de lihevbûn.
Aslan kurdekî welatperwer bû.Welatê wî hemu deverên Kurdistanê bû. Ferqî ni dixist nava wan, çi li bakur, çili başûr, çi li roajava an li roj hilat herder jêre welatê wî bû û wek hevpîrozbûn. Aslan pirsa kurdî, pirsa miletekî bindest û welatê wî bizorê hatiyedagirkirin didît.
Wî digot: Heger kurd dixwazin mafê xwe bidestxin, divê berî her tiştî pirênorta xwe û dewletên dagirker ji nav xwe rakin.
Aslan bi taybetî gelekî bala xwedida ser bûyerên li başûrê Kurdistanê dibûn. Wî ew gelek girîng dîtin. Wîdigot: Divê hemu kurd, serkeftinê li başûrê Kurdistanê wek dil û çavê xwebiparêzin û xwedîtiyê lê bikin Jiber ko serkeftinên li vê herêmê, serkeftinênnetewa kurd in. Baweriya wî ew bû, ko serkeftinên li herêmek Kurdistanê dêtevgera kurdî netewî li hemu deverên Kurdistanê xurt bike e û rizgariya gelêkurd nêzîk bike.
Ez dixwazim çend gotina jî li serhin taybetiyên Aslan ên kesayetî bêjim.
Aslan li hemberî kesayetiya xwe mirovekî radikal bû. Xwe mihakeme dikir; lidîtin û nerînên xwe rexne digirt û wan ji nuh de diber çavan ra derbas dikir.
Di xwe de kemasî û guhertin qebûl dikir.
Aslan dost û hevalekî bextewarbû.
Ji zarokan hez dikir û wextê xwe û keda xwe bi bêminetî ji bo wan serf dikir.
Mirovê baweriyê bû, karîbû derdê heval û dostên xwe guhdar bike, û şirîkê eş ûzahmetiyên wan be.
Aslan dizanîbû û dikarîbû di neheqiyên li wî hatine kirin bibuhiriya.
Li dijî dost û hevalên xwe bi tolerans bû.
Bi hemd û bi semt li kesan û meselan dinerî.
Derheqê mirovan û bûyeran de, ji bo bighê qeneetekê ecele nedikir.
Bi sebir û adalet bû.
Mêr bû, xwedî xurur bû.
Xwe bê rumet nedikir.
Destfireh bû, ji alikariyê hez dikir.
Aslan bi pêşketina xwe hevî dida dost û hevalên xwe. Ew gihaştibû merhelaberhemên hêja û bi qedir bide.
Aslan lawê kurd ê hêja bû.
Me gelek Aslan divên.
Xuşk û birayên hêja, em hemu jibona birayê xwe Aslan xemgînin. Bi hevaltî, dostayî û alîkariya we a ji dil, embiraye xwe Aslan bi awakî rumet dişînin ser dilovaniya xwe.
Li ser navê malbat û hevalên Aslan sipasiyê ji we hemuyan re dikim.
E. Hêgin