Stêrkek rijîya û stranek nîvco ma



Adarê bi sermestîya agirê orta duçeman ve, xatirê xwe hê nuh ji me xwestibû. Nîsan keçeke Biharê… Nîsan keçekedi çax û benga xwe de… Bi kulîlkên xwe ve dest bi xemilandina xwezayê kiribû.Wê rojê, roj bejinekê bilind bûbû û bi hemû comerdî û dilovanîya xwe ve berêxwe dabû şênîyên Bagarmossenê. Çivîkan baskên xwe bi kêf li hevdu dixistin.Rengê şahîya ku xwe li ezmanê şîn dabû der, bi mirovan re dibişirî û wek gulekêli ruyên wan vedibû.

Dêyek ji nişka ve venihurî. Dêyeke mêrxas, dêyeke rastgo, dêyeke dilovan…Dêyeke dêya me hemû “derketîyan”… Rabû ser xwe û berê xwe da lawê xwe, yek jiwan lawên ku wê ciwanîya xwe li ser kiribû. Bi hemû dilovanîya xwe û bişêrîntîya dêtîyê ve bangî wî kir. Bi wê bangê re, rengê ezmên ji nişka ve hatguhertin. Bi wê bangê re, ewrekî reş xwe bi derbekê re bera ser taxekeStockholmê da. Û wî dilê ku berîya nozdeh rojan li orta du çeman, bi hesretahemû waran û bi hêvî û axîna wan rojan lêxistibû, gotibû; “Ê min heta vê derê”.Dilê ku wê gavê bi agirê Newrozê ve kelîyabû, xwîna ku wê demê bi kêfa destpêkarojên xweş û rohnî ve di damaran de bi lez gerîyabû, hemû mirovên xortanîya wannîvcomayî û ciwanên ji wan zêdebûyî teslîmî bêwîjdanîya pêlên xemgînîyekedijwar kirin.

Tavê xwe da alî, ezmên xwe bi êşeke giran bi ser hevdu de guvaşt. Taqet dibaskên çivîkan de nema, şîyana perwazdayînê bi carekê wenda kir, berê perpitînû dû re bi ser hevdu de mirar bûn. Bayekî şînê ji Bagarmossenê, ji wê maladerketîyan, ji wê mala me hemûyan, li hemû deverên Stockholmê, li hemû bajarênSwêdê, li hemû welatên vî beşê dinyayê û li warê me yê qedexekirî, li bingehêbengînîya me, li wê devera ku zaroktîya me lê wendayî û xortanîya me lênîvcomayî, belav bû. Qirçinîyek pê re ji dilên hemûyan hat, rondikên çavan wekbaranê hatin xwarê. Lehîya hêsiran ji hawîrdorê, berê xwe da taxa ku şînê konêxwe lê vegirtibû, taxa ku mirina malikşewitî dadabû dilê me û sitûneke mederketîyan hilweşandibû.

Di 9ê Nîsanê de, me semboleke xwe ya rûmet û nefipiçûkîyê, me nîşaneke xwe yadiristî û rastgoyîyê wenda kir.

Dengê strana me ji deverên hilweşîyayî bilind dibû, derketîno! Di xezeba agirêbi ser me de barîyabû de… Nalîna dilê me ji deverên pêtî di ezmanan rederdiket, agir bi kezeban dixist, derketîno! Di bêdengîyeke malikxerab de…
Di 9ê Nîsanê de, dilek rawestîya, derketîno! Stêrkek rijîya û li deverekêstranek nîvco ma..

Mustafa Aydoğan posted on October 05, 2002 14:46