Hevalê hêjayî kek Sidîq!



Tu hevalekfedakar û dilpak û şoreşgerek ne tewandî bû. Tû tehemulkar û însanek drûst bû.Min îşev bêrîya te kir û ez kelûgirî bûm. Ez li nivîsandina xwe sekinîm û mintu li bîra xwe anî û gelek tişt hatin bîra min, lê bîrhatina te kek Hegîn,Ehmed, Şefîq, Dayê, Xoce û gelekên dî jî anîn bîra min. Mirov dixwaze hevalênweke te her tim di nava me de hebin û ew rewşê bidin civata me.

Te ji civata xwe hez dikir û tû ji civata xwe memnûn bû. Min ne dît te rojekîrexne li civata xwe girt û ew kêm dît, anjî ew jar û perîşan dît, lê ev gotinamin nayê wê manê ko, te civata xwe nas nedikir. Te civata Kurd hema bêje jihemû kesî bêhtir nas dikir û tu welêjî ji civata xwe hez dikir û te hurmet jicivata xwere nîşan dida û te jêre fedakarî dikir. Yanî fedakarîya te bi zanabûnbû! Jibo wê yekê jî te gelek tiştên manewî li pey xwe hêliştin. Ev sedema herîmezine tu di dilê minde dijî û pirrê cara tu tî bîra min û ez gelek cara kelegirî dibim û vê carê jî welê çêbû û rojên kevin hatin bîra min. Selama xwedê liser te bê û ez hûrmetê xwe ji te re rêdikim. Birayê te ê ezîz Hesen Selîm

Îbrahîm Malgir posted on October 21, 2011 14:03