Ey mirovê xwedişewitand da ku ronahiyê bide xelkê,


Ey mirovê xwe dişewitand da kuronahiyê bide xelkê, tu namirî…

Di sala 1989 ê de, min datayek jixwe re kirî, da ku nivîsên xwe bi hêsanîtir bigehînim çapê. Lê qeda bi tîpa Şbikeve ku li ser datayê xuya ne dibû! Wê tîpa Ş ez sewdaser kiribûm û dema minji neçarî jî, bi destî dinivîsê, hîngê rûpel gelek kirêt dibû. Ez digeryam ûmin li her cihî pisyar dikr, lê mixabin çare nebû.

Rojekê li bajarê Eskelstunayê,min kekê Sedîq dît. Ji niş kave, basî datayê hate kirin. Dema min basî problema tîpa ş kirî, wî bi ruhsivikîgot: “Ger tu bixwazî ez dikarim lê binêrim?”

Ya rast gelek kêfa min hat ûyekser min mêvanî malê kir. Heta me çayek vexwarî, wî problema tîpa Şçareserkir û ji min re got: “Ez bawer dikim çê bû.” Êdî ji wê rojê û vir de yeez kekê Sedîq nas dikim.

Ew hind ruhsivik û hêja bû kuşerim dikir basî zanîn û şiyanên xwe bike. Aha hîngê mezinî û serbilindiya wîxuya dibû. Bi rastî jî, bisporê datayê bû. Her tişt dizanî û her çi problema jixelkê re çê dibû, wî bê pere û bê ku tiş tekê bixwaze, dikr. Ez dibêjim pirhêja û qedirgiran bû, çinku dema mirovî, ji hindek şarezayên datayê re, pêwîstiyaxwe gotiba, digotin: “Keko herin kursa bixwînin! Em nagehîm û zehemet e!” Lêdema mirovî ji wî re telefon dikir, yekser digo: ”Keko vaye ez hatim.” Êdîjiber van xebat û karên wî, her kesî jê hez dikir. Bi rastî xwe dişewitand daku ronahiyê bide xelkê. Ne her promlemên datayên xelkê çareser dikirin, belku;alîkariya keç û xortên kurd jî dikr. Çinku bispor û şarezayekê matmatîkê jî bû.

Heval Sedîq, tu çûyî û te em bicê hiş tîn, lê tu di dilê me de yî…
Dê navê te di nexş eya welatî de, ête çandin…
Dê rûpelên zêrîn ji bo te êne xemlandin…
Dê peyker ji te re êne çêkirin…
Dê cadên bajarên Kurdistanê bi navê te êne nivîsîn…
Ji lewre jî, tu namirî…
Tu namirî…

Birayê te yê xemgîn
Xelîl Duhokî

posted on September 30, 2002 11:37