Çi heyf ku ez îsal jî bi xeberên xweş û bi mizgîniya Kurdistana serbixwe netatim ser gorra te.


Pismam, wek min do(9/4-15) nivîsî, do em nikanîbûn werin ser gorra te. Me zanîbû çavê te li riya me ye, lê me li hev ranagirt. Mixabin em rojekê dereng man. De tişt nabe, jixwe wa ye do mîvanên te hebûne, tu ne bi tenê bûyî.

Lê min û gelek dost û hevalên te, do bi şev tu bi hesret û bi hurmeteke mezin bibîr anî û bi hezkirineke kûr tu yad kir.

Ji rojan îro înî ye û rojeke pir xweş e. Nayê bîra min par dema em hatin hewa berf bû ya na. Normal di vê mehê da Stockholm sr û bef e, lê îro ji şansê me ra wa ye dinya xweş e.

Ez û Hêvî xanimê wek hersal, piştî kar dîsa li Gullmarsplan gihîştin hev û me çû ji ser wê xanima gulfiroş du nêrgizên xwe kirîn û saet di 16.00a da me berê xwe da ser gorra te.

Tu taxa Gullmarspalan pir baş nas dikî, tu gelek salan di ser Gullmarsplan ra çû û hatî mala me, tu gelek caran li wir li bende otobozê mayî û te cixare ji cixarê vêxistiye.

Ji ser wê dikane li kêlek metroyê te ji zarokan ra gelek caran şikir û çoklad kirîye. Heger were bîra te, carnan jî te şekirê deynê xwe jî cihê dikrî. Te digot, cara berê ez dereng hatim, dikan girtî bû, ez bê şekir hatim. Loma ev jî deynê min yê cara berê ye.

Roja tu dihat kêfkêfa zarokan bû, te bi torban şekir û çokladên rengrengî wek bênderê radixist ber wan û ew jî wek gurên har diketin ser, nizanîbûn berê kîjanî bavêjin ji devê xwe da.

Loma jî hemû zarokên kurdan ji heta hez dikirin, di dawet, şahî û Newrozan da gava çav li te diketin, baz didan ba te, li dor te kom dibûn.

Û li wir jî kes destvala ji ba te venedigeriya, ji bo zarokên kurd tu wek etaran bû, tim û tim di bêrîka te da tiştek hebû û te devê wan û dilê wan şîrîn dikir.

Ew bînfirehî, sebir û hezkirina te ya li hemberî zarokan tim bala min dikişand û ez kûr didam fikirandin û dikirim heyranê.

Min ji xwe ra digot, xwezî ez jî bi qasî vî camêrî li hemberî zarokan bînfireh bûma.

Loma jî zarokên tu nas dikirin, bi kêmanî bi qasî mezinan û belkî ji mezinan bêtir li ber mirina te ketin.

Ji ber ku tu mamosteyê gelek zarokên kurd bû jî, te bi şev û roj, bi saetan dersa matamatîkê dida zarokan. Heger zarok nikanîbûn bihatana ba te, tu diçû malên wan û te li wir ders dida wan. Bi saya wê alîkariya te gelek zarokên kurd bi ser ketin û dibistanên xwe bi serfirazî qedandin.

Ez dibêjim belkî min ev mijar hinekî dirêj kir lê tişt nabe. Tu ji zarokan û ji qalkirina wan hez dikî.

Do bi şev min di nivîsa xwe da got, tu ji cixarê pir hez dikî, ezê bi te ra îro cixareyekê bikşînim. Û jixwe hersal jî ez wer dikim, ez cixareyekê îkramî te dikim û yekî jî dikşînim.

Belê, em hatin ser gorra te, me herdu nêrgizên xwe yên zer li ber serê te bicî kirin.

Gorristan li gorî par, hinekî din mezin bûbû, hin darên din birrî bûn, cî ji hin gorrên din ra amade kiribûn. Yanî cîranên te sal bi sal zêde dibin…

Ser gorra te, der û dora wê pir paqij bû. Jixwe hemû gorristan wisa pak û paqij bû.

Sê(3) nêrgizên din jî li ber kevirê ber serê te bûn, diyar bû do ya jî berî me hin hevalên te hatibûn ziyareta te. Me jî nêrgizên xwe danî kêlek wan.

Û min dest avêt bêrîka xwe ji bo ku pakêta cixarê derxim û yekê îkramî te bikim.

Lê çi bibînim, pakêta cixarê, min li mal, di bêrîka paltoyê xwe yê din da ji bîr kiribû. Ji qahr û şerman ez tevizîm, min ji Hêviyê ra got, ev çi hetik û rûreşî bû min anî serê xwe?

Min çavê xwe li der û dorê gerand, belkî yekî cixarekêş bibînim û du cixareyan jê bikirim, lê ji şansê min û te ra kes tunebû. Li wê çolê, li wê gorristanê ez, tu û Hêvî tenê bûn!

Û ez û tu bê cixare bûn!

Hîn min dikir ax û of û ez bi xwe da diqeherîm, Hêviyê got, tu zanî min ji te ra cixare dît!

Bi matmayî min got ka?

Panosa ber serê te nîşanî min da.

Di panosê da pakêtek Marlbroya kesk tije cixare bû û hesteyek jî danîbûn ser.

Bi lez min destê xwe rada hundur panosê, lê destê min mezin bû neketê, Hêviyê ji dest min girt û pakêt û heste ji hundur panosê derxist. Lê çi heyf ku hemû cixare pir şil bûbûn, bûbûn av, vexwarina wan ne mimkûn bû.

Bi dilekî şikestî min pakêt û heste dîsa xist hundur panosê. Em bîsteke din jî li bende însanekî ku em du cixaran jê bikirin man, lê kes nehat û ez û tu man bê cixare…

Welhasil min û te îsal bi hev ra caxereyek nekişand. Ev yek ji min ra bû derd, bû kul û merez.

Keko ez nizanim wekî din ez ji te ra qala çi bikim û qala çi nekim!

Berê ez ji xwe dest pê bikim.

Di meha cotmehê(oktobeerê)da ez teqawit(xaneşîn, emeklî)dibim û li malika xwe rûdinim. Ezê çi bikim, bi çi mijûl bim hîn tu plan û programeke min tuneye. Di van 35 salên borî da min gelek nivîs nivîsîne, dixwazim wan li bêjingê xim û heger kanibim çend cildan ji wan biweşînim. Ev yek di serê min da heye, lê ezê bikanibim nikanibim ez nizanim. Çimkî weşanxane lazim e. Û weşanxaneyên kurdan jî êdî dibê tu peran jî di berhema xwe da bidî. Pereê meriv tunebe kes berhema meriv naweşîne. Ya dibê torpîla meriv hebe, ya jî meriv xwe têxe çavê weşnger, wî hinekî zeyt bike.

Yanî bi kinî plan û programa min ya piştî teqwitiyê ev e. Ezê xwe bidim topkirina nivîsên xwe.

Du sal berê min biryara xwe dabû piştî teqawidiyê vegerim Wêranşarê û li wir bicî bibim.

Dû ra, gava Hêvî jî teqawit bû ewê jî bihata. Loma me ji bankê hinek pere deyn kir û hinekê me jî hebû, me çû ji xwe ra li Wêranşarê xaniyekî nuh çêdibî kirî Hîn neqediya bû. Ez xeşîm bûm, min perê xênî giş li ser hev da.

Lê piştî sal û nîvekê derket ortê ku xwarziyê min ez xapandime û xaniyê ji min ra kirî ye ne tu xaniye. Loma me xanî bi zirar firot. Û par em li Wêranşarê du hefteyan li otêlê man. Erê li otêlê.

Ji wê rojê û virda ye madê min ji Wêranşarê û ji gelek meriv, nas û dostan geriya. Her cara ku meriv dihere û tê meriv hinekî din hev û din nas dike, hinekî din ji hev sar dibe…

Di van sê çar salên dawî da ez bûm şahidê hin tiştên din jî. Wan jî dilêmin ji Wêranşarê sar kir.

Nuha eznizanim ezê çi bikim. Li vir sebra min nayê û naxwazim li vir bimînim.

Lê bicîbûna li welêt jî ne rehet e. Aliyê madî li aliyekî, însan jî di warê exlaqî da pir hatine guhertin, dostî û hevaltiya berê nemaye. Êdî piraniya însanan, heta merivê te yê herî nêz, hevalê herî tu pê bawer î jî dikane te bixapîne. Û gava fersendê dibîne te dixapîne û qet jî li hêsêrên çavê te nanêre.

Li Kurdistanê êdî di dostiyan da jî, di dijminatiyan da jî bi piranî menfaet heye.

Heger yek dibe dostê yekî, wî diparêze ya jî gava dijayetiya yekî dike, ne belaseb e, miheqeq hesabek, planek di bin da heye.

Loma jî di heqê welêt û însanên welêmt û merivên min da hestên min yên çar sal berê û nuha qet ne wek hev in, ez gelkî xeyalşikestî bûme.

Lê li gel vê jî ez dixwazim vegerim. Lê ezê li ku bicî bibim hîn ne diyar e. Ez li bende teqawidiya Hêviyê me, du salên wê mane.

Ez ji te ra çend gotinan jî li ser hal û ehwalê kurdan bibêjim.

Rewşa kurdan jî li gorî salek berê gelkî tevliv, aloz û girîtîk e. Rewş bûye gêrmiya gavan e, him tiştên baş çê bûn, kurd nêzî hev bûn, li Koban û li Şengalê bi tifaq zora çete û qatilên Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê Daîşê birin.

Ev tiştekî baş bû û li cîhanê jî olaneke pir baş da, kurdan empatî û piştgiriya cîhanê girtin. Bi tayebetî jî şerê jinên kurd li cîhanê sempatieyeke pir mezin li hemberî kurdan top kir.

Lê li alî din dijminên me jî ranazên, ew jî pir întensîf dixebitin û ji kurdan ra tim gelşan peyda dikin, wan berra hev didin.

Nuha jî Tirkiyê, Îraqên û Sûriyê hêzeke bi navê Daîşê çêkirine û berra pêxîla kurdan dane. Serê kurdna jê dikin, bi hezaran jinên kurd revandine û ji xwe ra kirine kole û li bazaran difroşin, qetlîamên mezin dikin. Her dera Kurdistanê bûye gola xwînê.

Bi milyonan kurd ji ber êrîşên çeteyên Daîşê koçber bûne û di rewşên pir xerab da dijîn.

Yanî neyarên me li gel artêşên xwe, hêzeke xeyrînîzamî jî li hemberî kurdan çêkirine û dixwazin bi destê vê hêza celadan, bi terora wê li hersê perçên Kurdistanê tevgera kurd ya netewî bişkînin.

Tu zanî di warê dînî, mezhebî û etnîkî da nuxteyên kurdan yên zeîf pir in. Tirkiye û Îran van nuxteyên kurdan yên zeîf baş bikar tînin.

Îran û Îraq bi destên hin kurdan rewşa êzdiyan ya trajîk û hin gelşên wan pîj dikin û bi vê riyê dixwazin PDKê, YNKê û PKKê berra hev bidin, bînin hemberî hev.

Tabî di nava kurdan da jî bêyî kesên merivên neyar in, gelek kesên saf û totikvala jî pir in, ew jî zû tên lîstikê û li ber defa neyar xwe hildikutin. Hela ka em binêrin ewê çawa bibe.

Lê demeke pir krîtîk e, heger kurd bi hev nekevin û tifaqa xwe xurt bikin, dikanin gelek mewziyên mezin û muhîm û mezin bi dest xin, heta li başûr serxwebûnê û li Sûriyê jî otonomiyê bigrin.

Lê li alî din hin nuxteyên tahlûke û bi tirs jî hene…

Rewşa Tirkiyê û Kurdistana bakur hîn aloztir e. di 7ê hezîranê da hilbijartina parlamentoyê heye.

PKKê partiyek nuh ya ”kurd û tirkan” bi navê HDPê çêkir û bi vê partiyê dikevin hilbijartinê.

Li Tirkiyê baraja ji sedî deh heye, heger HDP vê barajê derbas bike ewê bi 60-70 parlamenterî têkeve meclîsê û derbas neke jî hemû ray ewê herin ji AKPê ra. Bi dîtina min ji hejmara parlamenteran bêtir siyaseta partiyê muhîm e.

Berê 36 parlamenterên HDPê hene, ev hejmar bibe 70-80 jî pir nemuhîm e. Bi 36 kesan çi kirin, bi 80 kesî jî ewê eynî tiştî bikin. Yanî hejmar netîceyê naguhere û ji bo kurdan tiştekî baş bi xwe nayne.

Di hilbijartina serokkomariyê ya par da Demortaş ji sedî nehê û tiştek girtibû. Yanî îhtîmal heye îcar barajê derbas bike.

Sebebê vê jî tirk in, ji ber ku HDP dibêje êdî ew dewleteke kurd naxwaze û ew ne partiyeke kurd e.

Loma jî tirkên li dijî AKPê û Erdogan dikanin îcar rayên xwe bidin HDPê. Lê bi program û hedefên xwe HDP li gorî BDPê û partiyên din gelkî paşda ye.

Erdogan dixwaze di vê hilbijartinê da 400 parlamenterî derxe û qanûna esasî biguhere û sîstema serokkomariyê bîne Tikriyê. Yanî ji bo ku jiyana xwe garantî bike. Çimkî gelek sûc û bêqanûniyên mezin kirine, ditirse.

Lê HDP jî bi daxwaz, hedef, siyaset û îdeolojiya xwe tu têkiliya wê bi partiyeke kurd ra tuneye, partiyeke tirk e, lê dijminatiya kurdan nake. Ev rast e.

Di anva namzetên HDPê da hin merivên baş hene, lê li hin bajarên muhîm jî hin kes û çepên tirk wek komsêr hatine tayinkirin, merivên kemalîst in û heta hin merivên tarî jî hene.

Yanî profîleke pir ecêb û pir tevlihev e. Bi baweriya min dixwazin tevgera kurd ya netewî entegreyî Tirkiyê bikin û nehêlin di vê hilbijartinê da kurdên kurdperwer werin hilbijartin.

Ez bi xwe piştgiriya HDPê nakim û ji kurdan ra jî nabêjim rayên xwe bidin HDPê. Lê neyartiya wê jî nakim.

Bêyî PKKê û HDPê li Kurdistana bakur hîn tu hêzeke cidî, xwedî qewet tuneye.

HUDAPARê didin pêş, ew jî tahlûke ye, bi dîtina min xurtbûna HUDAPARê bi vê siyasetê û îdeolojiyê ji bo kurdan ne ji xêrê ra ye. Xwezî partiyeke dîndarên kurd û Kurdisatnî bûya, xwezî bawerî bida meriv. Lê ne wisa ye, di şerê Kobanê û Şengalê da diyar bû ku Hudapar ne hêzeke kurd û Kurdistanî ye, piştgiriya Daîşê dikir û dixwest Daîş li Kobanê hemû kurdan, hemû gerîlayên kurd bikuje. Yanî hewqasî hevalên neyarên xwe ne.

Loma jî rewşa Kurditana bakur pir tevlihe ve.

Min gelkî dixwest îsal ji tera qala rewşeke hîn baş bikim, li beşekî Kurdistanê be jî mizgîniya serxwebûna kurdan bidim te. Lê nebû, kurd hîn jî bindest in, li hemberî hov celadên bêûjdan şerekî man û nemanê didin.

Bi hêviya salê tê ez û Hêvî bi xeberên hîn xweş û bi mizgîna serxwebûna Kuristanê werim ba te…

Zinarê Xamo posted on April 12, 2015 14:57