22 SAL ZÛ BIHURÎN

Salek din jî derbas bû, 9ê nîsanî dîsa zû hat. Îro min û xanimê wek her sal, me dîsa berê xwe da gorristana Strandkyrkogarden, ser gorra hevalê xwe yê hêja, Aslan(Mehmet)Kaya.

Zalimên salan zû derbas dibin, 22 berê, di 9ê nîsana 2001ê da te xatir ji me, ji hezkiriyên xwe û ji dinya ronak xwest, te koçî gerdûneke ebedî kir.

Kurdekî din, bi hezar kîlometreyan ji welatê xwe dûr, li sirgûnê bû mîvanekî ebedî yê axa sar.
Sirgûn, mirina li surgûnê tim bûye para me kurdan, ev yek bû para te jî.

Gava em ji malê bi rê ketin, dinya pir xweş bû, 10 derece germ bû, tam rojeke biharê bû. Meriv kanîbû xwe bida ber tavê.
Em bi rê da, li ser gorra te ne qefilîn, ne jî şil bûn. 

Hin hevalên te dîsa berî me hatibûn, himêzek kulîlkên xweşik danîbûn ser gorra te.


Me jî nêrgiza xwe danî ber kulîlkên wan. Kêla ber serê te hinekî xwar bûbû, gorra te hinekî daketibû.


Min qirş û qalên, pûş û pelaşên li ser gorra te tom kir, bir avît nav daristanê. Gorristan xalî bû, hinekî dûrî me yek bi ber çavê me ket.

22 sal berê ev gorristana misilmanan hîn nuh, çend gorr bûn, lê nuha cîranên te pir bûne, gorristan bi alî çepê ve pir mezin bûye.

Wek her sal min xwest îsal jî ji te qala hal û ehwalê kurdan bikim, xebereke xweş, mizgîniyekê bidim te. Lê çi heyf sal bi sal, xwezî bi par.

Li her çar beşên Kurdistanê jî halê kurdan ne baş e, rewşa başûrê Kurdistanê li gorî salek berê jî gelî xerabtir e, kurd ne li hev in, bêtir ketine gewriya hev. Dijmin jî ji vê dubendiya wan fêdê dibîne, daxwaz û şertên xwe li ser kurdan ferz dikin, bi wan didin qebûlkirin.

Amerî, Fransa ketiye nabêna wan, dixwaze wan li hev bîne, lê PDK û YNK li hev nakin, her yekê pişta xwe daye dewleteke neyar û şerê hev dikin.

Dubendiya PDKê û YNKê tesîra xwe li bakur û rojavayê Kurdistanê jî dike. Ji ber ku herdu hêzên başûr yên mezin ne li hev in, partî û hêzên bakur û rojavayê Kurdistanê jî nikanin werin ba hev û bi hev ra yekîtiyekê, tifaqekê çêkin.

Yanî li başûr, rojava û bakur rewşa kurdan ne baş e, Tirkiye her roj bi topan, bi balafiran êrîşî hêzên kurd dike. Roja çend kurdan nekujin, çend kesan navêjin zindanê tune ye.

Di 14ê gulanê da li Tirkiyê û li Kurdistanê hilbijartin heye. Heger hilbijartin çêbe û Erdogan bikeve ji bo kurdan baş e, kurd ewê hinekî bîna xwe bigrin. 

Lê heger hilbijartin çênebe ya jî bi zor, hîla dîsa qezenc bike ji bo kurdan pir xerab e. Kurd ewê hinekî din perîşan bibin. Hêvî dikim Erdogan bikeve.

Lê ez bawer nakim Erdogan bi rehetî dev ji kurdiya xwe berde, ez dibêjim ewê têkçûnê qebûl neke.


Di rewşeke wiha da îhtîmal heye li Tirkiyê teşxele, belkî jî şer derkev.

Lê îhtîmala êrîşî kurdên rojava û bikin pir zêde. Erdogan tim dibêje ewê êrîş bikin.


Heta nuha Amerîkayê nehîştiye, hêvî dikim Amerîka dev ji vê siyaseta xwe bernede.

Bêyî vê rewşa kurdan a xerab, di 6ê sibatê da li Mereşê erdhejeke mezin(7.8)çêbû. Ji Mereşê bigire, hetanî bi Meletyê, Amedê, Rihayê, Semsûrê, Entabê û Antakyayê û qezayên wan bi hezaran xanî hilweşiyan û li gorî beyanên resmî ji 50 hezarî zêdetir jî însan mirin.

Lê bi texmîna hin kesên din jimara kesên mirî di ser 100 hezarî ye.
Piştî felaketa erdhejê, di 15ê adarê jî dîsa li Rihayê û li Semsûrê baranek zêde barî û lehî rabû. Lehiyê zirareke mezin da Rihayê, li dora 20-30 kesî jî mirin.

Yanî ev herdu felekatên mezin li çend bajarên Kurdistanê bi sedhezaran însan bêmal hiştine. 

Dibêjin Mereş, Semsûr, Antakya hema hema nemaye, bi sedhezaran însan bi çolan ketine, hinek jî hîn di çandiran da dijîn.
Yanî îsal perîşanî pir mezin e.

Li rojhilatê Kurdistanê du PDK hatin ba hev, bûn yek partî. Ev baş bû. Lê li Îranê rejîma Îslamî bîn li kurdan çikandiye, hema hema her roj çend kurdan îdam dikin. 

Hetanî Cumhûrîyeta Îslamî li ser hukim be kurd rehet nakin, dibê li Îranê şoreşek çêbibe, wê demê belkî kurd azad bibin.

Yanî bi tevayî li der û li hundur halê kurdan ne baş e, yekîtiya wan tune ye. Ji ber veê yekê jî moralê tevayiya kurdan pir xerab e. Lê heger Erdogan bikeve gelek tişt ewê werin guhertin. Yanî rewş kirîtîk e, di demeke nêz da kane gelek guhertin çêbibin.
Tiştê ez li ser rewşa kurdan bibêjim ev e.

Ev çend sal in ez neçûme welêt. Piştî hilbijartinên 14ê gulanê nêta min heye herim. Hêvî dikim Erdogan bikeve, rewşa kurdan hinekî baştir bibe.

Di jiyana min da tu guhertineke nuh çênebûye, em hîn li Alby dimînin. Em herdu jî teqawit in û li malika xwe ne. Siheta me li cî ye. A mihîm jî ev e.