20 SAL WEK XEWNEKÊ DERBAS BÛ

Zinarê Xamo

Hey gidî dinyayê, 20 sal çi zû, wek xewnekê derbas bû. Hîn do bû, li Bagermossen ez dihatim ba te û me hetanî danê sibehan sohbet dikir û bi pirranî jî em diketin gewriya hev, me qirik li hev zuha dikir.
Lê îro 20 salîya wefata te ye, di ser wefata te ra tam 20 sal derbab bû û em li ser gorra te ne.
Di nav 20 salan da gorristan pir mezin bûye, cîranên te pir bûne.
Îro ez û Hêvî, wek her sal dîsa bûn mîvanê te. Me bi rê da wer qala te kir. Me got 20 sal çi zû derbas bû.


Me qala hin bîranîn xwe kirin. Me tu yad kir.
Me qala şîna te kir.
Me got xwezî gorra te li Wêranşarê, li kêlek gorra bavê te bûya…
Min wefata te çawa bihîst, min çawa baz da mala we, me ew roj giş, yek bi yek bibîr anîn.
Tu rastiyê dixwazî hindik mabû min îro, roja wefta te ji bîr bikira.
Do Hecî Kardoxî telefon kir, edresa gorristanê ji min pirsî. Ez û Hêvî li derve bûn. Di mesela rojê da em ketin şikê, Hêvî got ne îro ye, sibe ye.


Ez çer gihîştim mal, min bi lez li arşîva Facebookê mêze kir, Hêvî rast gotibû, 9ê nîsanê bû. Me rehet kir, me got baş e, sibe emê bi bîna fire herin. Berê min xwest Metîn xoce were mimn bibe, lê dû ra min biryara xwe guhert, min ji kesî ra negot.
Îro, saet di 10.00a da berî em bi rê kevin, ji nişka ve bû pûk, bû bahoz, baran û şilope, meriv di ber bê diçû.


Min got kevir jî bibare emê herin.
Me kincên xwe yên germ û yên baranê derxistin, min çend qazax di ser hev da li xwe kirin û em bi rê ketin. Dema em gihîştin ser gorra te baranê vekir, bahoz sekinî. Yanî te nexwest em zêde şil bibin. Kêfa me hat.
Di vegerê da emê li Fîtjjayê daketana û ji wir bimeşiyana mal. Lê em çer bi rê ketin dîsa bagerek çê bû, zîpikekê lê kir hey hewar. Xwedê kir em li ciyekî bi sitar bûn, em nemeşiyan, em çûn li otobozê siwar bûn.


Îsal ji ber epîdemîya koronayê jiyan pir ne xweş bûye, kes kesî nabîne, kes bi ser hev da naçe û nayê. Her kes miryê xwe radike, şîn, şahî nemane. Vê yekê însan xistine hundur malan, her kes di mala xwe da bûye hefsî.


Kal û pîr neman, bi hezaran kal û pîr mirin. Li Kurdistanê rewş hîn xerabtir ê. Her roj çend kes dimrin. Lê alîkî zulm û terora dewletê, bêkarî, feqîrî û ev nexweşiya koronayê, giş ketine ser hev, psîkoliya însanan xera bûye.


Lema îsal jî min xeberên xweş ji te ra neanî, sal bi sal, xwezî bi par; halê me kurdan îsal ji salê çûnî gelkî xerabtir e. Evy ek li herçar perçên Kurdistanê jî wiha ye. Kurd hîn li tu beşî azad û serbixwe nebûne. Li başûr û rojava rewş ji me û kurdên rojhilat baştir e, bi kêmanî ew wek me ne bindest in, baş xerab xwe îdare dikin. Lê ne li başûr û ne jî li rojava hîn yekîtiya kurdan tuneye, dipeyivin, hevûdu dibin û tînnin, lê yekîtiyeke netewî hîn çê nebûye. Hêvî dikim çê bibe.


Rewşa min baş e, siheta me belhazir li cî ye. Lê korona bêxwedî her kes qutufandiye, yê pê keve zor jê xelas dibe. Hêvî dikim xwe nêzî me  neke.


Haya min ji Fexrî heye, ew jî silamet e. Lê zulm û teroreke me heta nuha nedîtibû li ser milet heye, kes nikane bîna xwe bigre. Ji bo twîttekê, parvekirinekê, ecibandina nivîsekê însanan digrin û bi salan dixin zindanan. Yanî mixabin halê gelê te ne baş e. Tiştê ez bibêjim ev e. De bi xatirê te, hêvî
dikim salê tê ji te ra xeberên xweş bînim.